
Li Kerkûkê teqînek rûda
Li taxa Pêncî Elî, li bajarê Kerkûkê, bombeke çandi li nêzîk otombêleka polîsan teqîya. Ligor zanyarîyan encama wê teqînê polîsekî canê xwe ji dest da.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Li gor zanyarîyan, ew teqîn li nêzîk mizgefta Ebdullah bûye û otombêleka polîsan kirîye armanc.
Di vî warî de, çalakvanên torên civakî, bi rê ya Facebookê ve behsa wê yekê kirîne, ku ew bombe li jêr tanka gaza miwelîdeyeke elekitrîkê teqîye û li nêzîk cihê rawestandina mefrezeyên polîsên tengavîyên Kerkûkê bûye.
Nûçegehanê Kurdistan24 li Kerkûkê ragehand, ku di encama wê teqînê da polîsek mirîye.
Di rûpelea taybet bi nûçeyên Kerkûkê amaje bi wê yekê hatîye dan, polîsekê kurd bi navê (Karwan Ûsman Yasîn) birîndar bûye û zîyaneka maddî ya mezin jî bi cihê teqînê ketîye.
Çavkanî: Basnews
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin