
Li Kirmaşanê di êrîşekê de 2 berpirsên iranî birîndar bûn
Heta niha tu aliyekê berpirsiyariya vê êrîşê ne xistiye stûyê xwe.
A+A-
Di êrîşeka çekdarî de, Hîşmetullah Felahpîşe parlementerê navçeya Dalaho û Îslamawa ya bi ser parezgeha Kirmaşana Kurdistana Rojhilat ve di parlementoya Îranê de, û qayimeqamê Dalaho Feramerz Ekberî birîndar bûn û çend kesên din jiyana xwe ji dest dan.
Li gor Ferhad Tacerî, parlementerê navçeya Qesrî Şîrîn a bi ser parêzgeha Kirmaşanê ve, êrîş ji bal 4 çekdaran ve hatiye pêkanîn ku piştre bi piyan ji cihê bûyerê dûr ketine.
Di nav kuştiyan de, şofêrê qayimeqamê Dalaho û pizijkekî ajalan bi navê Hucetullah Nîk Ezm hene.
Parêzgeha Kirmaşana Kurdistan Rojhilat dikeve Rojavayê Îranê de û piraniya xelkê wê kurdên şi'e mezheb in.
Heta niha tu aliyekê berpirsiyariya vê êrîşê ne xistiye stûyê xwe.
(E.B)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin