Li Kobanê teqîn!
Li gundê Korbînkar ê ser bi parêzgeha Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, teqînek rû da. Di encama teqînê de 5 serbazên YPGê canê xwe ji dest dan û yek jê birîndar bû.
A+A-
Hat ragihandin ku li Gundê Korbînkar ê Kobanê, li baregeheke serbazî ya YPGê teqînek rû da.
Di encama teqînê de li gor zanyariyên destpêkê 5 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) canê xwe ji dest daye û şervanek jî birîndar bûye.
Heta niha sedema teqînê nehat eşkerekirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin