Li Konyayê medreseyek bi Kurdî jî perwerde dide

Li Konyayê medreseyek bi Kurdî jî perwerde dide

.

A+A-

 Li bajarê Konyaya Tirkiyê, medreseyekê Kurd bi kevneşopiya medreseyên Kurdî perwerdeya olî dide xwendekaran. Damezrînerê medreseyê Mele Mihemed Salihê Xursî alimekî ji Qosera Mêrdînê ye û beriya 30 salan li bajarê Konyayê vê medreseyê ava dike û tê de bi hezaran feqî û xwendekar perwerde dike. Yek ji cudahiya vê medreseyê jî ev e ku wek medreseyên bere tê de hin pirtûkên klasîk yên Kurdî tên xwendin û ji bo xwendekarên Kurd jî perwerde bi Kurdî tê dayîn. Heta hin xwendekarên biyanî li vê medreseyê fêrî Kurdî jî dibin.  

Kevneşopiya medreseyên Kurdî bes li bajarên Bakurê Kurdistanê na, li hin bajarên Tirkiyê bi destê alim û melayên Kurd berdewam dikin. Li navçeya Selçukluyê ya bi ser bajarê Konyayê medreseyeke Kurd î heye. Ev medreseya ku ji derve wek avahiyekê ji rêzê dixuye, 30 sal in ku bûye navenda ilm û perwerdeya zimanê Erebî û hînbûna dînê Îslamê.

Damezrîner û miderisê yanê dersdarê vê medreseyê Mele Mihemed Salihê Xursî ye. Mele Salihê Xursî di sala 1953an de li herêma Xursê ya bi ser Qosera Mêrdînê ji dayik dibe û ji sala 1992yan ve li bajarê Konyayê vê medreseyê ava dike û tê de bi hezaran feqî û xwendekar perwerde dike. Ew bi zimanê Erebî li ser mijarên cuda cuda yên wek; kelam, tesewif, sunnet û perwerdeya medreseyê derdora 50 kitêb nivîsandiye. Beşekî ji wan kitêban bo zimanê Tirkî, kitêbek jî bo zimanê Kurdî hatiye wergerandin.

Damezrînerê Medreseyê Mele Mihemed Salihê Xursî dibêje: “Ev 30 sal in em hatine Konyayê. Medreseya me berê li Qiziltepe (Qoser) bû. Lê şert û mercên wê deme dest nedida ku em medreseya xwe bimeşînin. Ji loma jî me medreseya xwe bo Konyayê neqil kir. Li vê medreseyê bi hezaran feqî xwendine, bi sedan alim rabûne. Bes li vir na, li gelek welatên cîhanê xwendekarên me hene. Niha ew li gelek cihan xizmetên girîng dikin.”

Li vê medreseya ku bi alîkariya xêrxwazan aşê wê dizivire û bi usûla berê 12 ilmên Îslamî hîn dike (Serf, Nehîw, Belaxat, Mentiq, İlmên Usûlî, Fiqih, Tefsîr, Hedîs û Eqaîd) bi giştî 70 feqî û 10 mideris hene. Feqî bi hevaldersên xwe re tên cem mideris û dersa xwe digrin. Dûra jî ew bi feqiyên din re bi mizakere û mitaleyê dersa xwe hîn dibe.

Dersdarê Medreseyê Evdilxaliq Ekinci jî got: “Em ji feqiyan re dersên wan bi mana û lefiz dibêjin. Hebe pirsgirêk û muşkileyên derse dibêjin. Dûra feqî radibe metnê xwe jiber dike, mizakere û mitaleaya xwe dike. Dersê xwe dubare dike. Bi rastî ev nîzam û sîstema medreseyê li tu deverê dinyayê tune ye.”

Dersdarê Medreseyê Riza Dêrsilavî dibêje: “Ferqa medreseyên Kurdan ji medreseyên din fikirandin e. Lewra di medreseyên Kurdan de feqî ji bo tefekur û fikirandinê dihatin teşwîqkirin. Li medreseya me,  pêşketina bo zimanê Kurmancî derfet heye. Lewra em dersên xwe bo feqiyên kurd bi Kurdî dibêjin. Her wiha ji bo ku li gelek deverên Kurdistanê feqiyên me hene, ji bo fêmkirin û têgehiştina jihev jî meriv pir tişt hîn dibe.”

Piraniya feqiyên vê medreseyê ji dûrî ve dibistana xwe dixwînin û piraniya wextê xwe li medreseyê derbas dikin. Feqiyên Kurd wek usûla berê, beriya ku derbasî rêzimana Erebî bibin, pirtûka helbestkî ya Nûbihara Piçûkan a Ehmedê Xanî ku bo zarokan ferhenga Erebî û Kurdî ye û her wiha pirtûka bi Kurdî ya Nehcul Enamê ya Mele Xelîlê Sêrdî ku tê de behsa bawerî û eqîdeya Îslamê dike, dixwînin û jiber dikin.

Feqî Yusuf jî got: “Ez ji Diyarbekir, ji gundê Gozeliyê me. Ez di 12 saliya xwe de hatim vê medreseyê. Ji bo rêya Xwedê ez li vir im. Ev 4 sal in ez li medreseyê me. Ez niha kitêba Sadunî dixwînim.”

Feqî Receb jî dibêje: “Ez  ji Mêrdînê me. Ji bo rêya Xwedê bixwînim ez hatim medreseyê. Ez li bere mekteb jî dixwînim. Ez ê li Liseyê biçim pola 2yan.”

Feqî Mihemed jî got: “Ez ji Riha, ji qeza Wêranşar ji gundê Qerekuzuyê me. Ez di 17 saliya xwe de hatim Konyayê cem medreseya Mele Salih. Ez ji bo ilim hîn bibim hatim.”

Piraniya feqî / xwendekarên vê medreseyê Kurd in û ji bajarên cuda yên bakur in. Lê hin feqî ji welatên wek Misir, Sûrî, Qirxizistan, Iraq û welatên din in. Ew jî ji bo bi usûla bere medrese bixwînin berê xwe dane vê medreseyê.

Feqiyê Misrî Mumîn jî got: “Ez ji Misrê me. Ez medrese dixwînim, ez feqiyê Mele Salih im. Ez beriya 7 salan ji Misrê hatim Tirkiyê. Ev 5 sal in jî li vê medreseyê bi usûla bere ders digrim. Ez li vir ji hevalên Kurd fêrî Kurdî dibim.”

Ji bo feqiyên Kurd piranî ders bi zimanê Kurdî tê dayîn. Heta niha derdora 500 kes li vê medreseyê îcazet standiye yanê ji vê medreseyê derçûye û sertifikaya xwe wergirtiye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin