LI KOPENHAGENÊ BO NAMZETÊN SERBIXWE ŞEVA PIŞTGIRÎYÊ
Komîteya hevbeş a PAK û PSKê li Kopenhagina peytaxta Denmarkê bo piştgirîya Namzetên Serbixwe, şevek li dar xist.
A+A-
Adnan Axacan/ Rûpela Nû-Kopenhagen
Roja Şemîyê 2ê Adarê li Kopenhagena peytexta Danîmarkayê şêvek ji bo piştgirîya berbijêrên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ji alîyê komîteya hevbeş ya Partîya Azadîya Kurdistanê û Partîya Sosyalîsta Kurdistanê hat lidarxistin.
Kek Serhat Zozan li ser navê komîteyê bixêrhatin li beşdaran kir û li ser girîngîya hilbijartinên şaredariyan li Bakurê Kurdistanê sekinî.
Welatperwerên ji her çar beşên Kurdistanê bi dilsozane piştevanîya xwe derbirîn.
Aheng bi xwarin, vexwarin, muzîk û şahî bi dawî hat.
Komîteya herdu partiyên PAK û PSK li Danmarkê sipasîyên xwe aresteyî hemû beşdarên vê ahengê kir.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin