Li Kopenhaginê , bi organîzasyona PDK-Îranê, du semînerên bi wate

Li Kopenhaginê , bi organîzasyona PDK-Îranê, du semînerên bi wate

.

A+A-

Roja 14.09.2024ê, bi boneya 32yemîn salvegera şehîd kirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî, ku bi navekê Terora Mîkanos tê binavkirin û 2yemîn salvegera şehadeta Jîna Emînî ya ji alîyê dewleta dagirker û terorîst Îran ve hatibûn teror kirinê, semînereke bi du mijaran pêkhat.

Bi organîzasyona Komîteya Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Îranê li Danîmarka, bi boneya 32yemîn salvegera ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve  terorkirina  Dr. Şerefkendî û hevalên wî  û herwiha 2yemîn salvegera şehîdbûna  “Jîna Emînî”  û serhildana  jinan ya bi şîara ”Jin, Jîyan, Azadî” ya li Rojhilatê Kurdistanê,  sêmînereke ji du panelên cuda, bi beşdariya çalakvanên sîyasî birêz Sedîq Babayî û birêz Îrfan Rehnimûn  pêkhat.

Sedîq Babeyî di axaftina  xwe de  bi dirêjayî behsa terora bê dawî ya 200 salan ya desthelatên navendî yên Îranê kir. Bi navekî din, ji Bapîr Axa ve heya Dr. Seîd Şerefkendî sîyaseta terorkirinê ya Dewleta Îranê anî ziman.

Herwiha, Îrfan Renîmûn jî di axaftina xwe de, rewşa sîyasî ya hêzên Kurdistanî û bi giştî rewşa Îranê ya di dema şehadeta Jîna Emînî de û bûyerên ji wê demÊ heta nihaanî zimên.

Piştê temambûna herdû semîneran û bênvedanekî kurt, di beşa didûya ya semînerê de, ji alîyê pêşkêşvanên semîneran birêz Sedîq Babayî û Îrfan Rehnîmun bersiva pirsên beşdaran dan. 

Çalakî bi awayekî serkeftî û sipasî qedîya.

Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û gelek partîyên sîyasî û kesayetên kurd jî beşdarî herdu semîneran bûn.

Rûpela Nû-Danîmarka
14.09.2024

whatsapp-image-2024-09-15-at-09-44-44.jpegwhatsapp-image-2024-09-15-at-09-43-43.jpegwhatsapp-image-2024-09-15-at-09-44-05.jpegwhatsapp-image-2024-09-15-at-09-44-42.jpegwhatsapp-image-2024-09-15-at-09-44-43.jpegwhatsapp-image-2024-09-15-at-09-44-43-1.jpegwhatsapp-image-2024-09-15-at-09-44-43-4.jpegwhatsapp-image-2024-09-15-at-09-44-43-5.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin