Li Kûbayê kirîza benzînê
Xelkê Kubayê bê benzînin, gelek otomobîl bi sedema nebûna benzîn û gazê, rawestiyan e û nayên bikaranîn. Xelk neçar in bi pêyan bimeşin û ji vê rewşê gelekî acizin.
Li Kûbayê bi sedema pêwendiya aborî di navbera Venezuella û Kûba de û cezayên Amerîkî bi ser herdû welatan de, krîza peydabûna benzînê rû daye û bi hezaran otombêlên taybet rawestiyane û tenê veguhestina giştî weke Metro û Bas kar dikin.
Kuba derbarê enerjiyê de pişta xwe zêdetir bi Venezuellayê ve girêdide. Vê yekê jî wiha kiriye, ku kirîza Venezuella bandora xwe li ser Kûba jî bike û kirîza wê roj bi roj mezintir bibe. Sedema serekî jî cezayên Amerîkayê li ser Venezuella û Kûba ne.
Xelkê Kubayê bê benzînin, gelek otomobîl bi sedema nebûna benzîn û gazê, rawestiyan e û nayên bikaranîn. Xelk neçar in bi pêyan bimeşin û ji vê rewşê gelekî acizin.
Niştecihê Havana Freddy Cabezas dibêje: “Ti alavek veguhestina giştî nîne, benzîn bo otombîla taybet nîne, bihayê benzene jî ji 25 dolaran kêm nakin.”
Benzîn û gaz kêm in û hevdem bihayên wan jî bilindin. Bo rûbirûbûna wê kirîzê jî, Serokê Kubayê daxwaz kiriye, ku otomobîlên taybet kêm bên bikaranîn û xelk zêdetir pişta xwe bi alavên veguhestina giştî girêbidin.
Akinciyên Havana jî dibêjin, ne alavên veguhestina giştî wek tê xwestin kar dikin û herwiha rê jî bo otombîlên taybet jî nayê dayîn.
Ajokar Leonel Garcia jî got: “Divê rê bidin otombîlên taybet. Bi rastî em ber bi rewşek xerabtir de diçin.”
RÛDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin