Li Kurdistanê 100 kompanî ketine lîsteya reş
Wezareta Plandanînê, bi tohmeta kêmterxemî û pabendnebûna bi rênimayîyan û herwiha gendelî û sextekarîya di belgeyan de, 90 kompanîyên peymankar xistin lîsteya reş ku 7 ji wan kompanîyên bîyanî ne.
Navenda Nûçeyan- Li gor amarên Rêveberîya Giştî ya Tomarkirina Kompanîyan, heta dawîya meha Îlona îsal, hejmara kompanîyên hatine tomarkirin li Herêma Kurdistanê gihiştîye 30 hezar û 99 kompanîyan ku ji van 26,777 kompanîyên xwemalî û 3,322 kompanîyên bîyanî ne. Ji wan 3,260 kompanîyên peymankar in ku ji alîyê Wezareta Plandanînê ve li gor kategorîya wan hatine tomarkirin.
Rêveberê Girêbestê Giştî li Wezareta Plandanînê, Umer Areb Bilbas ku serpereştîya dosyaya reş a kompanîyan dike, ji Rûdawê re ragihand, armanca Wezareta Plandanînê li danîna lîsta reş ew e ku rêgir be bi pûçkirina samanên welat û wan kompanîyan siza bide ku gendelî kirine û dibêje, “Kêmterxemî û gendelîyan hinek ji wan kompanîyan zîyaneke mezin gihandîye projeyên aborî li Herêma Kurdistanê.”
Lîsta Reş, lîsteke taybet bi navên wan kompanîyên peymankar ku gendelî, kêmterxemî û binpêkarî li mercên cîbicîkirina projeyên hikûmetê de dikin, piştî aşkerekirina ji alîyê wezaret, parêzgarî û îdareyên navçeyan ve, dosyayan arasteyî Wezareta Plandanînê dike û piştî lêkolînan jî ew kompanî li lîsta reş tên zêdekirin.
Li gor wê peyrew rênimayîyên Wezareta Plandanînê bo xistina lîsta reş kar pê tê kirin, tenê desthilkata Wezîrê Plandanînê heye di xistina kompanîyên peymankar bo nav lîsta reş. Ew jî piştî ji alîyê wezaretan ve, bi nivîsa fermî belgename û dosyaya kêmterxemî û sextekarîya kompanîyan bi îmzeya wezîr, cîgirê wezîr, parêzgar an jî serokê desteyan bo wezareta plandanînê pêk tê.
Piştre dosye arasteyî Komîteya Bilind a Kategorîkirina Kompanîyan tê kirin ku ji alîyê Rêveberîya Giştî ya Dîwanê ve serokatîya wê tê kirin û nûnerên piranîya wezaretan tê de ne. Piştî lêkolînan li gor îdareya serpêçîyan, bi îmzeya Wezîrê Plandanînê ew kompanî li lîsteya reş tên zêdekirin bo maweyekî ku ji 6 mehan kêmtir nebe û ji du salan zêdetir nebe.
Her li gor rênimayîyan, Wezîrê Plandanînê, nivîsekê arasteyî hemû wezaretên peywendîdar dike ku heta ew mawe temam dibe ti projeyek bi wan kompanîyan neyê dayîn. Roja derketina ji lîsteya reş, pilyeke li pileya kategorîya wê kompanîyê bo maweyê 2 sal tê damezirandin. Her kompanîya bo duyem berdewam be li kêmterxemî, wezîr desthilat heye pênasa rêgepêdana belênderayetîyê jê werbigire.
Ew rewşên ku kompanî pê dikevin nav lîsta ji van pêk tê; karkirina li gel kompanîyên bîyanî ku Kurdistanê rêya karkinê pê nedaye, bertîldan bi fermanberên dewletê, sextekarîya di belgenameya de, bexşîna zanyarîyên ne rast, binpêkirina mercên belênderayetî, pabendnebûn bi edeba pîşe, peyrewkirina rikaberîya ne durist, xweveşartin û pabendnebûna bi naveroka girêbestê û girêbestkirina li gel belênderê asta duyem bi awayekî bê rizamendî.
Umer Areb dibêje, “Heta niha me 90 kompanî xistine lîsta reş, ji ber maweyê temambûna sizayan û bi fermana alîyên peywendîdar 30 kompanî ji lîsteyê hatine derxistin û niha 60 kompanî di lîsteya reş de ne.”
Umer Areb amaje bi wê jî dike, ji ber temambûna maweyê sizayan an jî zêdekirina kompanîyên din bo lîsta reş, berdewam hejmara kompanîyên di lîsta reş de diguhere, lê her kompanîya ku bikeve lîsta reş navê wê di lîstê de her dimîne, ev jî ji bo wê ye eger dubare binpêkarîyê bike ku bi yekcarî ji karê belênderayetîyê bê dûrxistin.
Li gor amarên lîsta a Wezareta Plandanînê, li gor salên berê îsal zêdetir kompanî li lîsta reş hatine zêdekirin ku hejmara wan digihije 7an.
Umer Areb dibêje, “Jibilî wan 7 kompanîyan, dosyaya 4-5 kompanyayên din li ber destê me ye. Lêkolîna derbarê hinek ji wan temam bûye, lê ji ber wê zîyana aborî ya kompanîyan ku bi alîyên peywendîdar gihandine, dosyaya hinek ji wan li dadgehê ye û beşek ji kompanîyan jî tohmetan red dikin û ji bo yeklakirina dosyayan dibin ber dadgehê, eger dosya di berjewendîya hikûmet de temam bû, em wê kompanîyê dixine lîsta reş.”
Jibilî Wezareta Plandanîn, Wezareta Kar jî bi hevkarîy Wezareta Navxwe ji 174 kompanîyên taybet bi anîna karkerên bîyanî, îsal ji ber pabendnebûna bi rênimayîyan û firotina karkeran bi kompanîyên Iraqê û ji ber hinek sedemên din, 10 kompanî xistine lîsta reş.
Berpirsê Bikarxistinê li Rêveberîya Giştî ya Kar û Desteberî Civakî, Dîdar Mihemed Qadir, dibêje, “Ji bo xistina kompanîyên anîna karkerên bîyanî bo nav lîsta reş, du komîteyên me hene. Komîteyeke bilind ku nûnerên piranîya wezaretan tê de ne. Komîteya duyem jî li ser asta parêzgehan ku rêveberên karên parêzgehan tê de endam in, li gel komîteya berengarbûna tundûtûjî û bazirganîya bi mirovan.”
Dîdar Mihemed dibêje, “Van komîteyan hemahengîyeke temam li gel hev heye. Her kompanîya taybet bi anîna karkerên bîyanî, bazirganî bi karkerên bîyanî bike û karkeran bişîne bajarên Iraqê, an jî destdirêjî û tundûtûjî li hember karkeran bikar bîne, ew li gor yasa û rênimayîyan rûbirûyê dadgehê dibe û kompanî jî dikeve lîsta reş.”
Dîdar Mihemed amaje bi wê jî dike, her kompania taybet bi hawirdekirina karkerên bîyanî bikeve lîsta reş, ji lîstê nayê derxistin heta ku wê girîftê çareser neke ku ji ber wê ketîya nav lîsta nav, eger maweyê yasayî temam kiribe jî.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin