Li Kurdistanê 77 kes bi koronayê ketin
Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li parêzgeha Silêmanîyên 77 pêketîyên nû yên koronayê hatin tomarkirin.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Di daxuyanîyekê de Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê eşkere kir, di berdewamîya pişkinîn û gerîyana li pey berguman û tûşbûyên COVID-19 de, li parêzgeha Silêmanîyê testa koronayê ya 77 kesan pozîtîv bûye.
Li gor daxuyanîyê 8 ji wan tûşbûyan 40 mêr in, 25 jin in û 3 keçên genc in, 3 kurê genc in û 6 jî zarok in
Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê dibêje 21 pêketîyên koronayê ji tûşbûyan berkevtîyên berê ne û 56 kesên din nîşaneyên nexweşîyê pê re hebûne û encama pişkinînên wan pozîtîv derketîye.
Li gor amarên herî dawî yên Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê, heta niha hezar û15 kes li herêmê tûşî koronayê bûne, ji wê hejmarê jî 444 kes baş bûne, û 16 kesan hî heta niha bi koronay canê xwe ji dest dane.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin