Li Kurdistanê qedexeya hatinûçûnê di navbera parêzgehan de hat dirêjkirin

Li Kurdistanê qedexeya hatinûçûnê di navbera parêzgehan de hat dirêjkirin

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi biryarekê qedexeya hatinûçûnê di navbera parêzgehan de dirêj kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di daxuyanîyekê de, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê aşkere kir, ku qedexeya hatinûçûnê di navbera parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê û îdareyên serbixwe yên Raperîn û Germîyanê, bo dema heftîyeke din hat dirêjkirin.

Li gor daxuyanîyê, qedexeya hatinûçûnê di navbera parêzgehên Başûrê Kurdistanê de ji îro 11 Gulanê ve heta 18ê Gulanê berdewam dibe.

Wezareta Navxwe herwiha dîyar kirîye, qedexeya hatinûçûnê di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê de jî berdewam dibe û tekez kirîye, dê rê bi wan welatîyên Kurdistanê ku ji ber qedexeya hatinûçûnê li parêzgehên Iraqê asê mane, were dank u vegerin Herêma Kurdistanê, bi mercekê ku pişkinîna koronayê ji wan re bihê kirin û dê heta derketina encama pişkinînê bêne kerentînekirin.

Li gor daxuaynîyê, asankarî bo wan kesan tê kirin ku fermanberên hikûmetê ne li parêzgehên Mûsil, Kerkûk û Dîyale ku hevsînorê Herêma Kurdistanê ne û nîştecihê Herêma Kurdistanê yan wan parêzgehan in, ji bo ku bikarin rojane di navbera cihên karkirin û nîştecihbûna xwe de bi berçavgirtina rêkarên tendirustî hatinûçûnê bikin.

Di daxuyanîyê dederbarê derîyên sînorî û herwiha balafirxaneyên Hewlêr û Silêmanîyê de jî hatîye gotin, ku herdu balafirxane dê girtî bimînin û herwiha hatinûçûna geştyar û rêwîyan li tevahîya derîyên sînorî yên Perwîzxan, Başmax, Hacî Omeran, Ser Zêrê, Seyranben, Kêlê, Tewêle, Pişte û Şûşmê girtî dimînin û bêyî razîbûna Wezîrê Navxwe rê bi ti kesî nayê dan ku vegere Herêma Kurdistanê û eger rê jî hat dan, dê li parêzgeh an wê îdareya ku lê nîştecih e, were kerentînekirin.

Herwiha herdu derîyên sînorî yên Hacî Omeran û Başmaxê di herdu rojên Duşem û Pêncşemê de û ji saet 08:00ê sibehî ve heta saet 20:00 şev ji bo vegera wan welatîyên Herêma Kurdistanê ku li Îranê asê mane, vekirî dibin.

Têkildarî derîyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl jî, wezaretê ragihandîye ku di herdu rojên Duşem û Pêncşemê de û ji saet 08:00ê sibehî ve heta saet 20:00 şev derî tenê ji bo vegera welatîyên Herêma Kurdistanê û Iraqê vekirî dibe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin