Li Laziqiyeyê teqîn: Mirî û birîndar hene

Li Laziqiyeyê teqîn: Mirî û birîndar hene

.

A+A-

Li bajarê Laziqiyeyê yê Sûriyeyê teqîn çêbû û li gorî zanyariyên destpêkê, 3 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku îro berê êvarê li taxa Remlê ya Laziqiyeyê teqînek çêbû.

Parastina Sivîlab a Laziqiyeyê diyar kir ku di encama teqînê avahiyeke çar qatî bi temamî rûxiyaye.

Her wiya Parêzgariya Laziqiyeyê jî da zanîn ku di teqînê de herî kêm 3 kes mirine û 12 kes jî birîndar bûne.

Li aliyê din, lêgerîn û rizgarkirina tîmên parastina sîvîlan jî berdewam dike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin