Li Licê operasyona leşkerî destpê kir

Li Licê operasyona leşkerî destpê kir

Li 4 gund û 7 deverên ser bi navçeya Licê ya Amedê operasyona leşkerî destpê kir û îro Duşemê ji saet şeşê sibehê ve heta demeke nediyar li wan navçeyan qedexeya çûn û hatinê hat ragihandin.

A+A-

Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatiye belavkirin, li 4 gund û 7 deverên ser bi navçeya Licê bi hinceta gerîlayên PKKê operasyona leşkerî destpê kiriye.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin ku li wan cihên operasyon lê tê kirin ji saet 6ê sibeha îro ve qedexeya çûn û hatinê hatiye ragihandin û çênabe xelkên sivîl çûn û hatina wan deveran bikin.

 

Di daxuyaniyê de daxwaz ji xelkê navçeyê tê kirin ku ji bo silametiya mal û canê xwe serdana wan cihan nekin û amaje bi wê yekê jî hatiye dayîn ku heta daxuyaniyeke din qedexeya çûn û hatinê li wan navçeyan dê berdewam be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin