Li Mehabadê ji ber hilweşîna dîwar du karker mirin
Sê karker jî birîndar bûn
A+A-
Navenda Nûçeyan- Li bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê, dîwar bi ser karkeran de hilweşîya, herî kêm 2 karker mirin.
Malpera Hengaw ragihandîye, duhî li gundê Konedê yê Mehabadê dîwar bi ser komek karker de hilweşîya.
Li gorî agahîyan, di encamê de 2 karker mirin û 3 karker jî birîndar bûn.
Ewên ku mirine, birayên hev bûn. Navê Yekê Resû û navê yê din jî Qadir bû. Ew xortên kurd xelkê gundê Girdî Yaqûb yê Mehabadê bûn.
Karkerên birîndar jî niha li nexweşxaneya Xumênî ya Mehabadê de tên dermankirin.
Basnews
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin