
Li Meletî 3 tax û li Êlihê gundek hatin kerentînekirin
Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê ji ber belavbûna vîrûsa koronayê 3 tax hatin kerentînekirin. Herwiha li navçeya Sason a Êlihê gundek hat kerentînekirin.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Roja Sêşemê, 3 taxên bajarokên Darende, Hekîmxan û Erepgîr ji ber belavbûna vîrûsa koronayê hatin kerentînekirin û çûn û hatina bo wan her 3 taxan hat qedexekirin.
Roja Yekşema derbasbûyî çend kes ji derveyî welat vegerîyan Meletîyê û bi mêvanî çûne malên kes û karên xwe yên li wan hersê taxan.
Piştî demekê ji ber bilindbûna pileya germaya laşê wan 5 kes bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Piştî ku derket encama testa wan pozîtîv e, ew hersê taxên ku serdana wan kiribûn hatin kerentînekirin. Cendirmeyan rêyên wan taxan kontrol kirine û heta 14 rojan rê nadin çûn û hatina kesî.
Herwiha her îro Qewmiqamîya Sasonê ragihand ku ji ber metirsîya belavbûna koronayê gundê Tizî hate kerentînekirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin