Li Meletî erd hejîya
Li navçeya Erxevanê ya ser bi parêzgeha Meletîyê, erdhejeke bi pileya 4.5an pêk hat.
A+A-
Li gor daxuyanîya AFADê, îro di demjimêr 14.29an da, li navçeya Erxevanê ya ser bi bajarê Meletî ve, erdhejeke bi pileya 4.5an qewimî.
Li gor daneya AFADê, lerizîna erdhejê, li kûrahîya 7.01 kîlomêtre binê erdê qewimî.
Li gor zanyarîyên destpêkê, ti zîyanên madî û gîyanî negihîştîye ti kesî.
Erdhej, bû sebeba tirseke mezin li navçeyê.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin