Li Mêrdînê êrîş: 4 kesên ji Başûrê Kurdistanê hatin kuştin
.
A+A-
Li bajarê Merdînê yê Bakurê Kurdistanê bi çekan êrîşî otomobîla welatiyên Herêma Kurdistanê hat kirin û di encamê de 3 kesan can dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, derengê şevê li ser rêya bajarokên Artukluyê û Nisêbînê yê bajarê Mêrdînê, li nêzikî devera Yenîkoyê êrîşeka çekdarî li dijî otomobîleke Duhokê hat kirin.
Hat ragihandin ku di encamê de 3 kesan can dane û 2 kes jî bi giranî birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneya Nisêbînê.
Zanyarî eşkere dikin, qurbaniyên êrîşê, ji malbateke Kurd a ji parêzgeha Duhokê ne û bi otomobîla xwe çûne Bakurê Kurdistanê.
Herwiha heta niha sedema êrîşê nayê zanîn û di derbarê mijarê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin