Li Mêrdînê niha tenê 10 hezar Krîstiyan mane
.
Beriya sed salan li bajarê Mêrdînê hejmara Krîstiyanên Sûryan, Ermen û Kildanan ji hejmara Misilmanan zêdetir bû. Lê ji ber zext û zordariya li ser wan û sînordarkirina azadiyên wan, niha tenê 10 hezar Krîstiyan li wî bajarî mane. Ji ber vê yekê Krîstiyanên Mêrdînê, bi dilekî şikestî pêşwaziyê li Krîsmisê dikin.
Dengê ayîna bi zimanê Sûryanî ji pişta dîwarên dîrokê ên Dêra Çilşehîdan bi kizî tê bihîstin.
Keşeyê Dêra Suryanan Gabrîel Akyuz tevî 100 malbatên Sûryan hewil dide reng û dengê Sûryanan li Mêrdînê zindî bihêle. Ji ber ku ji sedî 90'ê Sûryanên Mêrdînê li seranserî cîhanê tert û belav bûne.
Keşeyê dêra Sûryanan Gabrîel Akyuz bi 100 malbatên Sûryan re hewl dide ku reng û dengê wan li Mêrdînê zindî bihêle. Ji ber ku ji sedî 90ê Sûryanan ji bajêr koçberî çar aliyê cîhanê bûn.
Keşeyê Dêra Çilşehîdan Gabrîel Akyuz dibêje: “Ev 100 sal gelek koçberî bûye. Çûne Amerîka, çûne Ewropa, Awustralya, çûne Stenbolê. Bi gelek aliyan ve çûne. Wextê ku koçberî nebe cemaet zêde dibe. Hersal çend gêncên me dizewicin em zêde dibin.”
Li gorî amaran di destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê de li Mêrdîn û navçeyên wê hejmara Krîstiyanan ango Sûryan, Ermen û Keldanan ji ya Misilmanan zêdetir bû. Lê niha serjimariya bajêr 900 hezar e û ji van tenê 10 hezar Krîstiyan in. Piraniya yên heyî jî hatine bişaftin û zimanê xwe ji bîr kirine.
Gabrîel Akyuz herwiha got: “Herçî ku bi zimanê xwe nizanibe, her tiştê xwe ji bîr dike. Wê tarîxa xwe jî û her tiştê xwe jî ji bîr bike. Ziman weke mifteya deriyan e. Wextê ku bi ziman nizanibî nikarî derî vekî.”
Welatiyê Sûryan Hebîb Atman jî got: “Beriya her tiştî divê mirovahî û perwerde hebe. Heta ku perwerdehî nebe tu neteweyek, tu gelek li ser vê erdnîgariyê nikare bigihije tu cihek. Perwerdeya bi zimanê dayikê şert e. Ji bi hemû gelan û kêmaran şert e.”
Welatî Denîz Kirilmaz jî dibêje: “Em bi zimanê Sûryanî nizanin. Ji ber ku em bi Erebî û Tirkî diaxivin. Sûryaniyên me li vir hatine dinyayê û li vir jiyane. Bila çanda me wenda nebe û ciwanên me bila ji vir bar nekin.”
Beriya 30 salan li navenda bajêr û gundên Mêrdînê û navçeyên wê hejmara Kurdên Êzidî jî gelek zêde bû. Lê destpêka salên 90î de piraniya wan jî bar kir û weke Sûryanan wan jî berê xwe da welatên Ewropayê. Her çiqas Mêrdîn weke bajarê pêkvejiyanê tê pênasekirin jî ji ber koçberiya neteweyên ne Misilman bajêr ev taybetiya xwe ji dest daye.
Nûçe: Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin