Li Merîwanê şer derket: Herî kêm serbazekî Îranê hat kuştin
Li devera Merîwan a Rojhilata Kurdistanê şer derket, herî kêm serbazekî Îranê hat kuştin.
A+A-
Dezgeha mafên mirovan a Hengawê ragihandiye, derengiya şeva borî li gundê Derenaxî yê bajarê Merîwanê, di navbera pasdarên Îranê û pêşmergeyên partiyeke Rojhilatî de şer derket.
Malpera Fars, ku nêzîkî pasdaran e, ragihandiye, di wî şerî de “tenê serbazek” û “çend çekdar” hatine kuştin.
Heta niha ti partiyeke Rojhilata Kurdistanê li ser wî şerî daxuyaniyek nedaye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin