
Li Mêrsînê bi tohmetên girêdayî PKKê 12 kes hatin girtin
Li bajarê Mêrsînê yê li başûrê Tirkîyê, bi tohmeta alîkarî û endambûna di PKK û KCKê de, 12 kes hatin desteserkirin.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Li gor zanyarîyan, her 12 kes ser bi Tevgera Ciwanên Şoreşgêr ve (DGH) ne ku rêxistineke çepgir e û li gor yasayên Tirkîyê, rêxistineke neyasayî ye.
Serdozgerîya Komarî ya Mêrsînê di daxuyanîyekê de aşkere kirîye, ku di çarçoveya deşîfrekirina çalakîyên plankirî yên PKK û KCKê de, îro operasyonek li Mêrsînê ji bo girtina 13 kesan hatîye lidarxistin û di operasyonê de 12 kesên ser bi DGHê ve hatine desteserkirin.
Piştî ku ew kesên desteserkirî ji bo wergirtina îfadeyan bo Serdozgerîyê hatin şandin û îfadeyên wan hatin wergirtin, biryara girtina her 12 kesan hat dan.
Herwiha hatîye ragihandin, hêzên ewlehîyê hewla desteserkirina kesekî din didin, ku biryara desteserkirina wî heye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin