Li Mêrsînê Zimanê Kurdî bu hinceta sirgûnkirinê

Li Mêrsînê Zimanê Kurdî bu hinceta sirgûnkirinê

.

A+A-

Li bajarê Mêrsînê ya Tirkiyeyê, mamosteyê Zimanê Tirkî Hudaî Morsumbul, bi hinceta ku zarokan teşwîqê dersên hilbijartî yên Zazakî û Kurmancî kirine, 2 doz lê hatin vekirin û bi vê hincetê jî hat sirgûnkirin.

Hudai Morsumbul ê ku li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê mamostetiya xwe dikir, bi hinceta ku bi zarokan re bi Kurdî diaxive û agahiyên li ser Kurdî dide, hat sizadan. Li gorî nûçeya K24ê; 7 meh in li ser Morsumbul lêkolîn tê kirin. Li gorî gotina mamosteyê sirgunkirî; ji ber ku wî di dersê de gotiye ‘ez jî Kurdê Elewî me’ ev jî bûye sedema lêkolînê.

Hudai Morsumbul dibêje ku danasîna Selahadîn Eyûbî ya bi xwendekaran jî wekî sûc hatiye dîtin û bi tometa “Lêkolîna fermandarên Kurd dike” ketiye nav dosyeya lêkolînê. Mamosteyê ku bi dayîna mînakên Zimanê Kurdî hatiye sirgunkirin, dide zanîn ku ew li ser Zimanê Kurdî xebatan dike û dixwaze ji îro pê ve mamostetiya Zimanê Kurdî bike.

Mamoste Kurd Hudaî Morsumbul ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku wî xwendavan ji bo hilbijartina dersa Zazakî û Kurmancî teşwîq kirine gelek heqaret lê hatine kirin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, xwendevanên polên 5, 6, 7 û 8an her sal dikarin navên xwe ji bo dersên bijarte tomar bikin. Eger di her polekê de 10 xwendevan dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin, dê ji bo wan di poleke taybet de heftane 2 demjimêr dersên fêrkirina Kurdî bên dayîn, lê gelek caran ev maf ji aliyê rêveberiyên dibistanan ve tê astengkirin.

“Tu dê bi kelemçeyê werî derxistin”

Mamoste Hudaî Morsumbul anî ziman ku di dema kampanyaya dersa bijarte ya Kurdî de rêveberê dibistana ku ew lê mamostetiyê dike ji ber ku wî ji xwendevanan re kitêbên Kurdî anîne gef lê xwariye gotiye ‘dê rojekê bi kelemçe te ji vir derxin‘.

Hat sirgûnkirin

Rêveberiya Perwerdehiya Mêrsînê, derbarê mamoste Hudai Morsumbul ku li Dibistana Navîn a Ulubatli Hasan a navçeya Akdenîzê dixebitî de, bi hinceta ku bi xwendekarên xwe re bi Kurdî û Erebî diaxive û ji bo dersên bijarte yên kurdî xwendekar han dane, lêpirsîn da destpêkirin.

Morsumbul ê 23 sal e mamostetiya zimanê tirkî dike, ji dibistana kar dikir,  sirgûnî Dibistana Navîn a Yenîtaşkent Yusuf Bayik hat kirin.

“Hewl dan min desteser bikin”

Morsumbul îro 10ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê Twitterê di parvekirinekê de got, “Roja 5ê Nîsana 2022an di saet derdora 13:30an de kesekî bi navê Ferdî, bêyî ku diyar bike kî ye, xwest min di jûra mamosteyan de li ber çavên xwendekarên min desteser bike. Min bi fermî lêpirsîn li ser wî da destpêkirin. Ji bo xebata me ya di hilbijartina dersa Kurdî de divê xelatê bidin me, ne siza.”

Hudaî Morsumbul di derbarê bûyerê de ji Rûdawê re diyar kir ku wî rê nedaye ku bê desteserkirin, ji ber wê jî kesê bi navê Ferdî ew dehf daye û heqaret lê kiriye û paşê li dozgeriyê piştrast kiriye ku ew kesê ku dixwest wî desteser bike polîs bûye, lê heta niha bi fermî nehatine ji bo girtina wî.

Ji bo Hudaî Morsumbul piştgirî

Însîyatîfa Mamosteyên Kurdî jî li ser hesabê xwe twitterê piştevaniya xwe bo Morsumbul nîşan dane û dibêje: “Em hemî şahîdê xebata te ne. Diyar e ku hin çavnebare ji vê yekê aciz bûne lê em meydanê ji wan re nahêlin mamoste Hudai nebitenê ye. Divê em li wî xwedî derkevin. #MamosteHudainebitenêye”

Herwiha Platforma Mamosteyên Kurdî jî li ser hesabê xwe yê twitterê piştgirî nîşan daye û dibêje: “Sirgûn kirina mamoste @HudaiMorsumbul vê dide nîşan ku hin sazî û rêxistin ji xebatên zimanê Kurdî aciz in. Bi sîyaseta tirsandin sirgûn kirin û zordariyê xebatên me nikarin bisekinênin. Ziman mafekî mirovîyê û helbet wê hemû kes zimanê Kurdî bi mecbûrî bipejirênin..!”

Li Tirkiyê her sal di çarçoveya dersên bijarte de xwendevan dikarin dersên Kurdî (Zazakî, Kurmancî) hilbijêrin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin