Li Mexmûrê burdûman:19 çekdarên DAİŞê hatin kuştin
Di burdûmaneka firokeyên hevpeymanan de li başûrê Mexmûrê, 19 çekdarên Daişê hatin kuştin.
A+A-
Yehya Resul, peyivdarê serbazyê serok wezîrê Îraqê ragehand, di burdûmaneka frokeyên hevpeymanan de li başûrê Mexmûrê, 19 çekdarên Daişê hatin kuştin û 46 şikeft û veşartgehên wan jî hatin teqandin.
Hevdem di çarçoveya qonaxa dûyem ya operasyona qaremanên Îraqê de li Kerkûkê, çar çekdarên Daişê hatin kuştin û du kesên revandî jî hatin azad kirin.
Herweha hewalgirîya serbazîya Îraqê jî, jinavbirina otombêleka bombekrî li Kerkûkê û girtina sê daxwazkirîyan bi madeya terorê li bajarokê Reşad ragehand.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin