Li Moskowê Baloya Evîndaran: 150 bûk û zava beşdar bûn
.
Nêzî 150 bûk û zava yên ji temenên cuda, ji çendîn herêmên Rûsyayê li “Gostiny Dvor” a Moskowayê beşdarî şahiyeke taybet a “Baloya Evîndaran” bûn.
Ji bo bûk û zavayan, rêûresmeke zewacê ya neasayî hatiye organîzekirin.
Dîroka Baloya Evîndaran li Moskowê bûye nêrîtek ku bûk û zava ji bo zewacê dîrokeke taybet hilbjêrin.
Mehra 60 cot bûk û zavayan hat birîn
Nûnera şaredariya Moskowê Svetlana Jarovayê got, “Di çarçoveya vê şahiyê de ku li vê koşka ciwan ku me rêk xistiye, mehra 60 cot bûk û zavayan hat birîn.
Ew niha semaya xwe ya zewacê digerînin. Stêrkên navdar ên hunerê li gel wan in.
Lewma jî her tişt bi awayekî nuwaze, bi îhtîşam û ciwan hatiye amadekirin. ”
Beriya destpêka “Baloya Evîndaran”, koreografên pispor ên master-classê dansa Walsê didin bûk û zavayan.
Di nav nûzewiciyan de ji xeynî şêniyên Moskowê, yên ku bi taybet ji bajarên din hatine jî hene.
Zavayê ji Tataristanê Rûslan Şembaleyev kêfxweşiya xwe anî ziman û got:
“Em gelek şa û serbilind ku em, di dîrokeke wiha ciwan de, roja herî sereke ya jiyana me ya hevjîniyê li Moskowê bi rêûresmeke wiha ciwan dest pê dikin.”
Nûzewicî ne û hînî dansa Walsê dibin.
Ji mêvanên biyanî re jî derfet heye ku beşdarî master-classa dansên ciyawaz bibin.
“Wekî govendên Loran ên nav bajarên me ne”
Du ciwanên ji Loristanê bi tesadufî ketine vê şahiyê.
Xwendekarê ji Loristanê Keyvan got, “Ez Lor im, ez hatime li vir dixwînim, ez xwendekar im.
Li vir rahênana govendên resen yên Rûsî hebûn, gelekî balkêş bû, wekî govendên me Loran ên nav bajarên me bûn.
Me kêf kir û me ji van govendên li vir hebûn hez kir. Em gelekî kêfxweş in ku di nav vê girseyê de bûn.”
Xwendekara Zankoya Moskowê Zehrayê got, “Me îro di vê pêşangehê de dîlan dît. Li vir rahênerê dîlanê hebû. Me rahênan kir û ji bo me gelek baş bû û gelekî kêfa me ji vê derê re hat.”
Bi destpêka "Baloya Evîndaran" 150 bûk zava bi hev re semaya evîndariyê gerandin.
Endama Kluba “Baloya Zîvîn” Galîna Aleksandrova anî ziman, “Em pir xweşbext in. Loma jî, em ji her kesî re xweşbextî dixwazin û em dibêjin: Bireqisin ji dil û can! Ji hev hez bikin û temendirêj û tendurist bin! ”
Baloya Evîndaran Moskowê êdî bûye nerîtek
Dîroka Baloya Evîndaran ne bi tesadufî hate hilbijartin. Li Moskowê êdî bûye nerîtek ku bûk û zava ji bo zewacê dîrokeke taybet hilbjêrin.
Coş û kêfxweşiya nûzewiciyan li hola konserê jî domand.
Şahî, bi pîrozkirin û xelatkirina hevjînan ku 30 an jî 40 sal in zewicî ne, berdewam kir.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin