Li Mûşê qedexe
Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê bi hinceta ewlekarîyê bo heyam 15 rojan xwepêşandan, meş, mitîng, û çalakîyên rûniştinê hatin qedexekirin.
Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê bi hinceta ewlekariyê bo heyam 15 rojan xwepêşandan, meş, mitîng, û çalakiyên rûniştinê hatin qedexekirin.
Walîtiya Mûşê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku “rêxistinên ne yasayî bi rêya medyaya civakî banga çalakiyan li welatiyan dike û dibe ku bi hinceta dijî operasyonan meş û xwepêşandan bêne sazkirin û ew çalakî bêne provokerin û veguherin tevgerin tund û tûjî û propagandaya terorê.”
Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku bi armanca parastina ewlekariya millî, parastina ewlekarî û sîstema giştî, rêgirtina li tawanan, rêgirtina li maf û azadiyên bingehîn ên kesên din û herwiha parastina asayîşa giştî heta 15 rojan li navenda bajêr civîn û hemû çalakî hatine qedexekirin.
Qedexe îro 21ê Tebaxê destpê dike û heta 4ê Îlonê berdewam dibe.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin