“Li Mûsilê 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin”

“Li Mûsilê 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin”

Artêşa Iraqê ragihand, li Mûsilê 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

A+A-


Artêşa Iraqê ragihand, li Mûsilê 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.


Fermandehiya operasyonan ya artêşa Iraqê ragihandiye, hêzên Iraqî bi alîkariya firokeyên şer yên hêzên hevpeyman li gundên Eyn Cehş û Um Heram yên Mûsilê çend operasyon li dijî DAIŞê pêk anîn.


Li gorî agahiyên wê dezgeha serbazî, di operasyona Eyn Cehş de tunêleka DAIŞê hat dîtin ku komek çekdarên DAIŞê xwe tê de veşartibûn. Piştî teqandina tunêlê 4 çekdar tê de hatin kuştin.


Fermandehiya operasyonan daye zanîn, li gundê Um Heram jî 2 çekdarên DAIŞê, ku xwe bo êrişa întiharî amade dikirin, hatin kuştin.


 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin