Li nav kûçe û kolanên Îzmirê çîroka stranbêjekî Kurd

Li nav kûçe û kolanên Îzmirê çîroka stranbêjekî Kurd

.

A+A-

Li bajarê Îzmîr ê Tirkiyê ciwanekî Kurd bi navê Musa Koçer, ev 10 sal in li kolanên Îzmirê muzîsyeniya kolanan dike û bi stranên Kurdî xelkê li derdora xwe dicivîne.  Ew tevî hewaya sar jî disa rojê çend saet derdikeve muzîka kolanan dike û bi vî karî debara xwe dike. Musa ku bi tarz û şêwazên cuda stranên xwe distirê û armanca wî ew e ku, îsal ji xwe re albumeke muzîkê çêke û li qad û sehneyan stranên xwe ji xelkê re bibêje.

Awaza Kurdî li kolanên Îzmirê

Di nav qelebalixî û xirecira kolan û herikîna heyatê de ev deng û awazê Kurdî ji kolanên bajarê Îzmirê tê... Xwediyê vê denge nûwaze ciwanekî Kurd bi navê Musa Koçer e. Ew bi xwe ji Wartoya Mûşê ye, lê zêdetir î 20 salan e ku bi malbata xwe re li bajarê İzmirê dijî.

Stranbê Musa Koçer wiha behsa xwe dike: “Ez Musa Koçer ji Xinisê me, lê eslê me ji Wartoyê ye. Ev 10 sal in ez kare muzîka kolanan dikim. Stranan dibêjim û tembûrê lê dixim.”

Dema ku niştecihên Kurd û Tirk ên Îzmirê û geştyarên biyanî berê xwe didin semta Kizlaragası ya navceya Konakê ji nişka ve xwe li ber vê dengê xweş û zîz digrin û demên xweş derbas dikin.

“Tirk û Laz daxwaza stranên Kurdî dikin”

Musa Koçer dibêje: “Him Kurdên me him jî miletê Îzmirê ji min stranên Kurdî dixwazin. Tirk jî ji stranên min hez dikin. Tirk û Laz carinan tên j imin stranên bi Kurdî dixwazin.”

Stranbêj Musa Koçer ê ku ev 10 sal in li kolanên cuda cuda yê Îzmirê muzîsyeniya kolanan dike, tevî hewaya sar jî disa rojê çend saet bi serê xwe stranan dibêje û bi dahatûya vê  pê debara xwe dike.

Li Îzmirê gelek stranbêjên Kurd hene

Koçer herwiha got: “Saet 1ê nîvro têm vê dere û derdora saet 5an diçim. Rojê 4-5 saet dixebitim, stranan dibêjim. Ji ber ku ez stranên Kurdî dibêjim rastê astengiyan nayêm, lewra êdî wek berê nîne. Lewra gele vir hîn bûye. Li Îzmirê gelek stranbêjên Kurd hene ku muzîka kolanan dikin.”

Ciwanê Kurd Musa, piraniya stranên xwe bi Kurdî (Kurmancî û Zazakî), Tirkî û carinan bi zimanê Lazî jî distirê. Car caran çûk û balinde jî tên xwe li ber dara ku Musa stranên xwe dibêje digrin û ev dîmenên balkêş û seyr derdikevin meydanê.

Kurê dengbejekî naskirî ye

Musay ê ku bi tarz û şêwazên cuda stranên xwe distirê kurê dengbejekî naskiri ye. Bavê Musa, Dengbêj Mihemed Zekî Koçer e û li herêma Tekmana Erzirom û Vartoya Mûşê dengbêjekî naskirî ye. Mûsay ê ku li diwana dengbêjiya bavê xwe rabûye, dengbêjiyê ji xwe re wek çavkaniyeke sereke dibine.

Musa Koçer diyar kir: “Bavê min dengbêj e. Dema ez piçûk bûm mnin pir ji dengbêjiyê hez nedikir, ji min re giran dihat. Lê niha ez her roj guhdar dikim. Bi taybetî jî li klamên Dengbêj Şakiro guhdar dikim.” 

Musa Koçer strabejekî diyar ê Îzmîrê ye

Stranbêj Musa Koçerê ku li nav kolanên izmirê gelekî naskirî ye, niha amadehî dike ku havîna îsal ji xwe re albumeke muzîkê çêke û ji kolanan berê xwe bide sehne û platformên mezin û stranên xwe bi zêdetir guhdaran bide pêşkêşkirin û bi tarzên cuda muzika xwe berdewam bike.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin