
Li Necefê “kumşînên” Muqteda Sedir heşt kes kuştin!
Li bajarê Necef yê Iraqê, herî kêm heşt xwepêşander ji alîyê alîgir û “kumşîn”ên Muqteda Sedir ve hatin kuştin.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Şeva borî li bajarê Necef yê Iraqê, alîgir û milîsên girêdayî Muqteda Sedir, ku vê dûmahîkê ji wan re dibêjin “kumşîn”, bi kêran û daran êrişî xwepêşanderan kirin.
Li gorî agahîyan, di wê şer û alozîyê de herî kêm heşt kes hatin kuştin û nêzîkî 100 kesan jî birîndar bûn.
Ji ber wan alozîyan, wezîrê navxwe yê Iraqê çû Necefê. Ji ber heman sebebê îro li Necefê bêhnvedan e.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin