Li nêzîkî Girtîgeha Saraykapiyê komek hestiyên mirovan dîtine
.
Li kêleka Girtîgeha Saraykapiyê ya Sûrê 2 îskelet û gelek hestiyên mirovan hatine dîtin. Karkerên li wir xebitîne ragihandin ku hestî li qamyonan bar kirine û birine.
Li navçeya Sûrê ya Amedê, li kêleka Girtîgeha Saraykapiyê komek hestiyên mirovan hatine dîtin.
Karkerên li wir kar dikirin, diyar kirine ku berê hin hestî hatine dîtin û ji wan re gotine, ew yên “ajalan” e. Paşê hinek hestiyên din hatine dîtin û hatiye famkirin ku ew yên mirovan e. Li gorî zanyariyan li wir 2 îskelet û gelek kestî hatine dîtin.
Şîrketa înşeatê ya bi navê YSOyê li Taxa Cevatpaşayê dest bi xebatên “restorasyonê” kiriye. Di dema xebatên vê şîrketê de ew hestî hatine dîtin û li gorî gotina karkerên di wî karî de xebitîne, ew hestî bi qamyonan birine.
Ahmet Kayar yek ji wan karkeran e. Kayar bi rojnameger Mujdat Canî, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê re axiviye. Li gorî gotina Kayarî di meha Sibatê de li Taxa Cevatpaşayê li bircên ku şîrketê ew wekî jimarên 75-76 diyar kirine, xebitiye. Kayarî daye zanîn ku bi makîneyên kar herêm kolandine û avahiyên heyî hilweşandine. "Tim hestî derdiketin. Ji me re digotin wan bavêjin çopê. Lê wijdanê me qebûl nekir û me îtiraz kir. Piştî ku ji me re gotin 'hestiyên heywanan e' me jî ew avêtin çopê."
“Paşê yên mirovan derketin”
Kayarî destnîşan kir ku dema bi qasî 2 metreyan dûrî Girtîgeha Saraykapiyê li cihekî dest bi kolandinê kirine tim rastî îskelet û hestiyên mirovan hatine: "Vê carê hîn bêtir hestî derdiketin. Me texmîn nedikir ku ev ên mirovan in. Ji me re digotin, 'Ger li vir avahî an jî cesed derkevin dê karê me bi derengî bikeve.' Paşê em li vir rastî du îskeletan hatin."
Kayarî gotiye ku îskeletên derketine, nîşanî arkeologên li wir dane: "Arkeologan got, ‘ev ên mirovan (mêr) e’. Di bin îskeletan de jî hestî derketin. Her wiha arî jî derdiket. Me pirsî bê ka ev hestî û îskelet ên kê ne, lê tiştek ji me re negotin."
“Got, 'Bişkînin”
Kayarî diyar kiriye ku di dema kolandinê de makîneyên kar zirar dane tevna dîrokî ya navçeyê: "Gava makîneyên kar ketin navçeyê, dîrokek winda bû. Mesela kemerên avê yên berê hebûn. Sirf ji bo karê şantiyeyê bi derengî nekeve zirar didan berhemên bi vî rengî. Ji me re digotin, 'Bişikînin, yan na em nikarin bixebitin.' Ji bo em karibin van tiştan bişikînin, hewce hebû em belgeyê bistînin.' Her wiha me hewzekî dîrokî jî dît. Ji bo hewz neyê dîtin me ser wî girt. Li ser hewzê îskele hat çêkirin. Ser wê digirtin û zirarek mezin didan tevna dîrokî. Mesela kemerên avê yên bi qasî 100 metreyî dirêj derdiketin holê. Serikê wê 70 metre bû. Me li cihekî din jî kemerên avê dîtibûn. Bi qasî 60 metreyan dirêj bû. Lê xebatkaran ev yek şikand. Di bin kontrola rayedaran de hat şikandin. Gava karker diçûn xwarinê 2 karker dihatin bijartin û wan zirar dida van kemerên avê."
“Hestî bi qamyonan birin”
Kayarî her weha destnîşan kiriye ku hestiyên hatine dîtin bi bêran xistine erebokên destan û wan birine qada bermahiyan û li vir jî bi makîneyan li qamyonan bar kirine û birine.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin