
Li Nîjeryayê di êrîşên çekdarî de 15 kes mirin
Li eyaletên Plateau û Niger ên Nîjeryayê êrîşên çekdarî pêkhatin û 15 kesan jîyana xwe ji dest dan.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Berdevkê polîsê eyaleta Plateau Simon Ubah Ogaba ragehand, li herêma Huru ya eyaleta wan ji alîyê kesên nasnameya wan ne dîyar ve êrîşa çekdarî pêkhatîye û 9 kesan jîyana xwe ji dest dane.
Ogab ragehand, di êrîşê de gleek kes jî birîndar bûne û 22 mal jî şewitîne û bûne xwelî.
Herwaha hat ragehandin li gundên Shiroro û Madaka yên ser bi eyaleta Nigerê jî kesên bi motosîkletê siwar çûne wan gundan êrîşa çekdarî pêkanîne û di wê êrîşê de 6 kesan jîyana xwe ji dest dane, 5 kes jî birîndar bûne.
Hat ragehandin ji ber êrîşê 600 kesan jî ji tirsa malên xwe terikandine.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin