
Li Ormiyê girtiyekî kurd hat bidarvekirin
Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, girtiyekî kurd hat bidarvekirin.
A+A-
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duh bi şev girtiyekî kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Ormiyê hat bidarvekirin.
Li gorî agahiyan, ew girtiyê kurd 7 sal berê û bi tohmeta bazirganîkirin bi madeyên hişber hatibûn girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.
Navê wî girtiyê kurd, Xidir Qevîdil û xelkê bajarê Serdeştê bû.
Xidir Qevîdil û du girtiyên din yên kurd duhî danê sibê biribûn ber dara îdamê. Her du girtiyên din jî xelkê bajarê Serdeştê ne û navê yekê Hejîr Îrannejad û navê yê din jî Husên Serwerî ye lê heta niha nayê zanîn ka ew jî hatine bidarvekirin yan na.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin