Li Osmaniyeyê operasyona govenda Kurdî: 5 kes hatin desteserkirin

Li Osmaniyeyê operasyona govenda Kurdî: 5 kes hatin desteserkirin

.

A+A-

Li bajarê Osmaniyeyê berpiersên DEM Partiyê jî di nav de 5 kes bi hinceta govenda Kurdî hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeya MAyê demjimêrên sibeha îro hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li navenda bajarê Osmaniyeyê bi ser çend navnîşanan de girt.

Hevserokên DEM Partiyê yên Osmaniyeyê Sevgî Aydin û Faruk Kahraman û Rêvebirê DEM Partiyê Hakan Kahraman li gel du welatiyên din ku navên wan nehatiye zanîn hatin desteserkirin.

Ew kes bi hinceta ku wan di dawetekê de li ber stranên Kurdî govend gerandiye û otomobîlên xwe jî bi flama û rengên kesk û sor û zer xemilandine hatine desteserkirin.

Hatiye ragihandin ku hêzên ewlehiyê her pênc kesên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Osmaniyeyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin