Li Paytexta Swêdê Stockholm 70 saliya PDK-Iraq hat pîrozkirin
Heyetek ji Partiya Azadiya Kurdistanê PAK jî beşdarî pîrozabahiya PDK bû
Aheng ji aliyê Komiteya Swêdê ya PDK hatibû amadekirin . Gelek partiyên siyasî , komele, dezgeh, û kes mêvan bûn. Di nav mêvanan de, Berpirsiyarê KRG -Kurdistan Regional Goverment Soreş Rahim Kader, sefaretê Iraqê ya federal li Swêdê Bekir Fetah, Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê, YNK, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û gelek , kesasiyet hebûn. Axaftin hatin kirin, gelek birûsk ji aliyê partiyên siyasî, komele, dezgeh û kesayet hatin xwendin.
Hunermend, Hesen şerîf, îbrahîm Zaxoyî û şerzad Zaxoyî bi stranên xwe aheng geş kirin.
Heyetek ji Partiya Azadiya Kurdistanê PAK jî beşdarî pîrozabahiya PDK bûn. Beyana PAK ê ya pîrozbahiyê bi kurtahi weha bû: ”PDK bi tekoşîna xwe yên 70 salên çûyî de ispat kir, ku li başûrê Kurdîstanê yek ji hêzeke esasî ye. Damezrandina Kurdistanek Federe de, roleke esasî lîstîye û ji bo Kurdîstanek serbixwe jî, pêşkêşîyê dike. Em hêvî dikin, zutîrîn roj partîyên başurê Kurdistanê werin cem hev û li ser prosesa serxwebûna Kurdistanê li hev bikin, ku xeyala me yên bi hezaran sal bi cîh bînin.”
Roza Kurd
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin