Li Pênciwên pêşmergeyek şehîd bû
.
A+A-
Li navçeya Pênciwên a ser bi parêzgeha Silêmaniyê êrîşî encûmena navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat kirin û pêşmergeyek şehîd bû û du pêşmerge jî birîndar bûn.
Berpirsê navçeya Pênciwên a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Bekir Ebdulla ragihand ku bi çekên cûr bi cûr êrîşî baregeha navçeyê ya PDKê hat kirin û pêşmergeyek şehîd bû.
Bekir Ebdulla eşkere kir; ji bilî şehîdbûna pêşmergeyekî, du pêşmerge jî birîndar bûne û ew di nav baregeha partiyê de ne û li ber xwe didin, lê li derve bi gelek cûre çekan, gulle li baregehê têne berdan.
Ebdulla diyar kir: “Hinek kesên ji Pênciwên pêşengî pêşrewî dikin û ew kesên hatine ser baregehame rûyê wan nixumandî bûye .”
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin