Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
.
Pêşangeha Pirtûkan a parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bala xelkê kişand ser xwe.
Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê 16ê Çiriya Paşîn dest pê kir û dê heta 24ê mehê bidome.
Weşanxaneyên Kurdî yên wekî Nûbihar, Avesta, Zehra, Etkîn û Sîdarê û 100 weşanxaneyên din di Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê de standên xwe vekirin.
Her wiha dê 145 nivîskar jî bi xwîneran re gotûbêjê bikin, panelan pêşkêş bikin û pirtûkên xwe îmze bikin.
Îsal eleqe û daxwazeke zêde li ser pirtûkên Kurdî heye û xelkekî zêde berê xwe dide weşanxaneyên Kurdî.
Xwînerên Kurdî herî zêde klasîkên Kurdî û roman û çîrokan dikirin.
“Zarokên me li ber televîzyonên Tirkî ne”
Nivîskar Abdulkadir Gok got:
“Ji bo bajarê me Rihayê û gelê me, derfetêb gelekî baş hatine bikaranîn.
Şaredariya Riha li ser firotina pirtûkan alîkariyeke baş dide.
Dema ku em li dinêrin di pêşangeha îsal de pirtûkên Kurdî gelekî balê dikişînin.
Ji bo ku pirtûkên Kurdî bixwînin û bi dest xwe bixin, çi roman, çîrok û folklor be xelk eleqeyeke baş nîşan dide.”
Berpirsê Pirtûkxaneya Etkînê diyar kir ku divê Kurd pirtûkên dîrokî bixwînin û ji dîroka xwe îbretan wergirin.
Berpirsê Pirtûkxaneya Etkîn Eyûb anî ziman:
“Em dixwazin miletê me dîroka xwe zanibe. Em pirtûkên dîrokî pêşniyar dikin.
Em dixwazin miletê me berê pirtûkên dîrokî bixwînin paşê berê xwe bidin romanan.”
Welatiyên li Rihayê jî balê dikişînîn ser asîmîlasyona li ser Kurdan û bêparhiştina ji xwendina Kurdî.
Welatiyekî da zanîn:
“Xwendina Kurdî ji bo hinekî zehmet e. Me bi Kurdî nexwendiye, em gelek peyvên Kurdî nizanin.
Em tîpên Kurdî nikarin bixwînin. Em dixwazin pirtûkên Kurdî bikirin û bixwînin lê em zehmetiyê dikişînin.
Dema em dikirin jî ji ber ku nikarin bixwînin li malê dihêlin.
Li malê zarokên me li ber televîzyonên Tirkî ne.
Em di hundirê mala xwe de jî mecbûr bi Tirkî diaxivin.
Kurdî hêdî hêdî dihele, em asîmîle dibin.”
7emîn Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ve hatiye organîzekirin 16ê Çiriya Paşîn dest pê kir û dê heta 24ê Çiriya Paşîn “Roja Mamosteyan” bidome.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin