Li Polonyayê Şeva Piştgirîya Kurdan hat pêkanîn
Li Muzeya Etnografyayê a Krakowê ji bo piştgirîya Kurdan û Rojavayê Şeva ‘’Manîfestoya Kurdan a bi neqş’’ hat eli dar xistin. Beşdaran li gel çay, muzîk, motîf, neqşên kurdî sohbet kirin.
Navenda Nûçeyan- Beşdarên çalakîya ‘’Manîfestoya Kurdan a bi neqş’’ êvara 19ê meha Mijadrê, li Mûzexaneya Etnografyayê a Krakowê civîyan.
Li nîvê salonê xalîçeyeke nexşandî hatibû raxistin, li sere jî minder hatibûn danîn, di fonê de jî denge mûzîka kurdî dihate bihîstin.
Di çalakîyê de hem mijarên di derbarê jîyan, çand û folklora kurdan de hatin axaftin hem jî xaniman paçikên di desten xwe de bi motif û rengê kurdan xemilandin. Helbet ji bo vexwarinê jî tişta ku ji civatên kurdan kêm nabe ‘’çay’’ hate îkram kirin.
Di bernameyê de du tesewîrên sereke hebûn ji bo neqşê; yek alaya Kurdistanê yek jî guldexwîna ku li çîyayên Kurdistanê çêdibe bû, helbet li pişt guldexwînê jî çîyayên Kurdistanê xuya dikirin.
"Zehmet e ku kesek berî xwe nêzîkî miletekî hîs bike piştgirîyê bide wî miletî"
Xebatkarên Komeleya Hunerê-LUDê ji bo lidarxistina şeve bûn arîkar û herweha ji bo çêkirina neqşan jî arîkarîya beşdarvanan kirin. Û endama LUD-Komeleya Hunerê Halina Dulemba dîyar kir ko bi vê çalakîyê xwestine bi hev re rûnin û li ser meseleyên civakî biaxivin, çawa ku pêşîyên wan dikirin. Ev xenatên bi vî şiklî dikirin hêncet ji bo civînê û ji bo kontakta di navbera wan de dibû amrazek.
Di destpêkê de xwendekara zaningeha Jagiellonianê û nûnera Kooperatîfa Tetbîqên Rûxîner, Diana Sawulska axivî. Di derbarê piştgirîya rojava û dê çawa piştgirî bê dayîn de agahî dan (wek mînak çend hashtag pêşnîyar kirin; #riseup4rojava, #supportkurdistan û hwd). Behsa girîngîya pişgirî û haydarbûna ji agahîyên nû kir.
Û lê zêde kir; Zehmet e ku kesek berî xwe nêzîkî miletekî hîs bike piştgirîyê bide wî miletî. Ev hîs jî ancax bi çalakîyên çandî, wek ku a niha em liv ir dikin, pêkan û bi hêz dibe. Aktîvîzma min bi saya kurdan dest pê kir ku meriv ji edebîyat û helbesta wan gelek tiştan fêr dibe. Girîng e ku meriv klîşeyên di hişê xwe de ên di derbarê kurdan û gelên di de birûxîne. Ji bo vê yekê jî temasa bi gelan re divê û rêya herî bi hêz e.
Çîrokbêjîya kurdan
Yek ji beşdarên çalakîyê jî Dr. Joanna Bocheńska bû. Dr Joanna li zaningeha Jagiellonianê akademîsyen e û li Enstîtûya Lêkolînên Rojhilatî di Departmana Xebatên Kurdî de dikeve dersên kurdî.
Di derbarê vegotina devkî û çîrokan de agahî dan. Di heman demê de jî koleksîyona xwe yî çîrokan û folklorê jî nîşanî beşdarvanan da.
Dr. Joanna; Kurd di şevên zivistanê ên dirêj de ji bo wext derbas bibe ev çîrok û mesele digotin zehftir. Berê, çîrokbêj vedixwandin maleke mezin, civat tev dihatê wê malê ji bo guhdarîyê. Ev kevneşopîya go heta salên 1980êyî jî zindî bû êdî hêdî hêdî kêm dibe, wenda dibe. Bocheńska, ‘’Devok, ziman û folklora kurdan di bin tehdîda Tirkîyeyê de ye ji bo vê yeke jî ev xebatên li ser folklorê girîng in û tên kirin’’.
Bêrîvan; Folklor nasnameya miletekî ye
Xwendekarên kurd ên ku ji Kurdistanê bi Bernameya Erasmusê hatine Krakowê jî beşdarî civînê bûbûn û wan jî di derbarê folklora kurdan û xebetên xwe yî li ser folklora kurdan de hin agahî dan. Hinekî jî behsa girîngîya folklor û girîngîya xebatên li ser folklorê kirin.
Bêrîvan; Folklor nasnameya miletekî ye, ji bo yek bixwaze miletekî binase divê li folklora wî miletî binêre. Nasnameya me, folklora me tu caran nehatîye tomar kirin û arşîvên heyî jî hatine rûxandin. Îcar îro kirina vê yeke hîn girîngtir e. Her weha Bêrîvana ku xwendekara masterê ye û berhevkarîya folklorê dike behsa dewlemendîyên gelê kurd kir: devok, herêm, bawerî û hwd ev hêman tev dikin ku folklor û çanda kurdan dewlemendtir dibe.
Çalakîya ‘’Manîfestoya Kurdan a bi neqş’’ li Varşovayê bi pêşengîya Projeya SensCzuj hatibû destpêkirin. Heman çalakîya li Krakowê jî bi piştgirîya Muzeya Etnigrafyayê a Krakowê, Animal Sociale û çalakîkara ji Kooperatîfa Subversive Practicesê Olga Wojdyńska hate li dar xistin.
Çalakîkara Kooperatîfa subversive Practicê Olga: Neqş çalakîyek e go dikare mirovan entegreyi hev bike û wan bicivîne hev. Em bi vê hêncetê civîyan û em li ser meseleyên xwe yên civakî axivîn.
Çavkanî: Vahdet Uçar-Bianet
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin