LI QADA ŞER ALAYEK KÊM BÛ

LI QADA ŞER ALAYEK KÊM BÛ

Heqîqeta bêminaqeşe ev e ku jiyan weke darekê, jîndar jî weke pelê wê ne. Zû dereng wê her pel rojekê biweşe. Lê ya girîng ev e; Kî çi li pê xwe dihêle û diçe.

A+A-

Zehmet e mirov li pê hevalê xwe bipeyive û binivîse. Di rewşên wilo ku mirov ne li benda çûna wan e, ziman nagere, pênûs ko dibe.

22-002.pngHeqîqeta bêminaqeşe ev e ku jiyan weke darekê, jîndar jî weke pelê wê ne. Zû dereng wê her pel rojekê biweşe. Lê ya girîng ev e; Kî çi li pê xwe dihêle û diçe.

 

Ev ji salekê zêdetir e ku xopana Şewba Koronayê bêhn li me teng kiriye, gira xwe di mirovahiyê da ye, heval û hogirên me, zana û tekoşerên me ji nav me dibe. Çirayên di tarîya şevê de rêya me ronî dikin, vedimirîne. Piştî Keyo Cigerxwîn, Cabîr[Vakkas Çelik], Cemal Budak, Seydayê Imadedîn Yetîz, Hemîd Kiliçaslan, Mamosta Kadrî Yildirim û gelek kur û keçên dê û bavên xwe, bav û dayikên zarokên xwe, hevalê me M.Feyyaz Ekmen jî bi vê nexweşîyê ji nav me çû.

Min Feyyaz di dawiya sala 1975an de li Diyarbekirê, li Înstîtûya Perwerdê di şerekî de nas nakir. Ew li Înstîtûyê di sinifa dawî, ez li Fakulta Fenê di sinifa yekê de bûm. Seyr e û ji bo nivşên nû fêmkirina wê jî ew çendî zehmet e, lê di wan salan de li Diyarbekirê gelek xwendingeh di destê faşîst û nîjarperestan de bûn. Li xwendingehên bilind û yên bi şevîn hejmara şagirdên kurd kêm bû. Birêvebir li gorî konseptekê ji Enqerayê dihatin tayînkirin û ew jî li gor vê konseptê tevdigeriyan. Heta ji destê wan dihat şagirdên kurd nedigirtin. Beşên şevîn bi şagirdên tirk ên faşîst û nîjadperest dadigirtin.

Derssala 1975/76an destpêka serîhildana li himberî vê rewşê bû. Çend roj berî ku Înstîtû vebe, xwendekarên kurd, çepgir û şoreşger Înstîtû dagir kir. Tevî Wedat Aydin, Mahmudê Çêrmûgî, Hemoyê Agirî, Veysî Askar, Hayrettin Bozkurt, Îrfan Altunç, Aydin Hasar, Cemîl Înce, Feyyaz jî di nav grûba serkêşê vê serîhildanê de bû. Em jî çend şagird ji Fenê bi hewara wan ve çûbûn. Paşê jî min ew di çend şer û pêvçûnan de dît. Ku deh kes jî bi dar, kêr û zincîran bi ser ve bihatana ji cîhê xwe nedilebitî. Mirov digot qey bûye singekî ji pola û di erdê de kutayî ye. Di nav xwînê de bimana jî heqê şer dida û bi serbilindî ji qada şer vediqetiya.

 

Ev wêneyê pêşî ya jî rewşa pêşî ya bala min kişnadibû. Lê Feyyaz ne tenê ev bû. Em di nav rêxistinekê de bûn, me helbet hay ji hev hebû lê ji sedema kar û xebat û xirecira dawiya salên 1970yî û destpêka salên 1980yî, hevnasîna me ya ji nêzîk ve, dereng mimkin bû. Lê em jî ji hemû pêşhukmî û qenatên li ser hevaltîya siyasî safî bûbûn.

Ku hûn bêjin Feyyaz bi gotinekê terîf bike, ez ê bêjim; Feyyaz Centilmenê Doza Kurdistanê bû.

Heke hûn bêjin wekî din, ez ê bêjim; Dikaribû qenc hez bike.

Ku hûn bêjin çewa? Ez ê bêjim; Li çiyayekî dikaribû ji kevirekî, ji tehtekê, ji zinarekî, li daristanekê dikaribû ji pelê kulîlkekê, ji kêzik û kurmikekê, li çûkistanekê dikaribû ji dengê çivîkekê, ji fira bazekî ji rengê şalûlekê û ji dil hez bikira. Û di civakekê de dikaribû ji mezinek û biçûkekî, ji malmezinek û bêkesekî, maldarek û xizanekî weke hev hez bikira.

Heke hûn bêjin hew? Ez ê bêjim pir hurmetkar, hesas û nazik bû. Ewqas hesas û nazik bû ku ji hevjîna xwe ya bi dirêjiya çil salan re jî tiştek bigota, ji bo gotineke şaş nebêje, wê bi gotineke xwe neêşîne, deh caran difikirî. Ji her jîndarî/jîndarê, ji her evdê Xwedê, ji her pêkhateyê xwezayê, ji her berhema hunerê re hurmetkar bû. Dikaribû ji ber zarokekî rabe ser niga û dikaribû li ber berhemeke hunerî bi saetan li ser niga bimîne.

Ku hûn bêjin wekî din? Ez ê bêjim mafparêz bû. Mafê her kesê ji mafên xwe bêpar di heman dereceyê de diparast. Çima nizanim, herî zêde jî mafê jinan diparast.

Û ku ne bes be, ez ê bêjim bi zincîrên ji pola bi baweriya xwe û bi baweriyeke bêsînor bi doza xwe girêdayî bû. Û ez ê bêjim di kar û barên birêxistinî û di jiyana rojane de jî disîplîn, plansazî, pakî û jidilî herî zêde para wî bûn.

Mehtap, hevala me, hevjîna hevalê me, barê te her giran bû, niha girantir bû. Lê roja te ji Feyyaz re got erê, te kêm zêde zanibû, çi li pêş te ye. Ji me hemûyan bêtir û ji me hemûyan qenctir te Feyyaz nas kir. Bêguman tê pê serbilind bî.

Pelîn, Mizgîn û Mem Lorî, nikarim bi dilekî rihet bibêjim ku hûn ê di jiyana li pêş we de, ne bi tenê bin. Lê dayika we li gel we ye û hûn zarokên Feyyaz in. Hûn ê derheqê her zehmetiyê derên.

Em bi hevaltiya bi bavê we re serbilind in. Hûn jî bi bavê xwe serbilind bin!

Bi çûna Feyyaz, li qada şer alayek kêm bû.

Şefîq Pêşeng

Koln, 8.5.2021

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin