Li Qamişlo Festîvala Wêje û Hunera Jinê hat sazkirin
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, “5emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê” ya derbarê helbest, huner û kelepor de birêve çû. Di Festivala Jinê de, helbest bi zimanên Kurdî û Erebî hatin xwendin.
Navenda Nûçeyan - Li Qamişlo, Komeleya Jinên Xwende û Desteya Rewşenbîrî û Hunerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, 5emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê li Herêma Cezîrê birêve birin.
Di vê Festivalê de, jinên her sê pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan çalakîyên xwe yên cor bi cor di warên helbest, huner û kelepor de pêşkêş kirin.
Derbarê festîvalê de Endama Komîteya Amadekar Besme Îlyas got: “Festîval ji alîyê Desteya Rewşenbîrîyê ya Rêveberîya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û Herêma Cezîrê ligel Komeleya Jinên Xwende hatîye cîbicîkirin. Ev festîval helbest, îmzekirina pirtûkan, pêşangeha folklor, cilûbergên millî, karên destî, bo hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan lixwe digire.”
Di Festivala Jinê de, helbest bi zimanên Kurdî û Erebî hatin xwendin, şêwekaran kevalên xwe pêşan dan û jinên çalakvan karên xwe yên destî pêşkêş kirin.
5emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê ya li Qamişlo du rojan di çalakîyên xwe yên hemereng de berdewam kir, li dawî jinên beşdar û çalakvan ji alîyê serperiştyaran ve hatin xelatkirin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin