Li Qamişlo teqîna terorîstî; 37 kuştî û bi sedan birîndar
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û PAK bi daxuyanîyekê vê êrîşa terorî rûreş kirin.
Di 27.07.2016ê de li rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo li ser rêya Amûdê li hemberî Asayîşa Xerbî du teqîn rûdan; li gor agahîyan di teqînan de herî hindik 37 kes mirine û zêdetir 90 kes jî birîndar bûne.
Li gorî şahidên bûyerê, kamyonek bombebarkirî, li ber noqteya asayîşê hatîye teqandin. Di teqîna dijwar de, 37 kes mirin û 90 kes jî birîndar bûne û di derdorê de ziyanek mezin çêbûye. Tesîra teqîna bi şîddet li bajarê Niseybînê jî camên hin avayîyan şikandîye û du kes birîndar bûne.
Ji aliyê xwe ve rêxistina DAIŞ’ê berpirsyaretiya xwe ji teqînan re ragahand.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî êrişa bajarê Qamişlo yê Rojava Kurdistana şermezar kir û ferman da parêzgeriya Duhokê û dezgehên têkildar ku ji bo birîndaran tişta pêwîst pêk bînin.
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê bi daxuyanîyekê vê êrîşa terorî rûreş kir, ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û got, “ dijminên gelê Kurdistanê divê baş bizanibin ku bi kuştin û qetlîaman tu kes nikare rê li ber azadîya miletê me û welatê me bigire”.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin