Li Qoserê 2 kes hatin kuştin
Ji ber kêşeyeke komeleyatî komeleyatî li navçeya Qoserê ya Mêrdînê 2 bira hatin kuştin.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Roja pêncşemê li navçeya Qoserê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji ber kêşeyeke komeleyatî du birayên bi navê Mustafa Tezdonen û Emîn Tezdonen li nava bazara Qoserê ji alîyê kesekî xizmekî wan hatîye kuştin.
Herwihali gor zanyarîyên peyamnêrê BasNewsê herdu bira ji alîyê xizmekî wan ê temen 60 salî va hatine kuştin.
Cenazeyên herdu birayên hatine kuştin jî bo nexweşxaneya Qoserê hatîye rakirin û hêzên emnî derbarê bûyerê da dest bi lêkolînê kirîye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin