Li Qoserê bayê Tifaqa Welatperwer û Demokrat
Îro 20ê Adarê, Komîsyona hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat serdana Bazara Genimî, Sanayî û galerîya otomobîlan kir û HUDA-PARê zîyaret kir.
A+A-
Komîsyona Hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat, digel namzetên xwe yên serbixwe Abdulkadîr Demîr û Şeyhmûs Unalî, bi çerçoweya xebata hilbijartinê çû serdana Bazara Genimî, Sanayî û galerîya otomobîlan.
Esnaf û xelkê Qoserê bi kêfxweşî pêşwazî namzetên serbixwe yên Tifaqê kir.
Herwiha Tifaqa Welatperwer û Demokrat, serdana HUDA-PARê jî kir û hevdîtineke berhemdar digel Serokê Şaxa Mêrdînê yê HUDA-PARê Bûrhan Aydin, Cîgirê Serokê wê, Mele Mehmûd Kilinç û Serokê navçeya Qoserê Abdullah Kavan kir. Di hevdîtinê de, digel Nemzetê Serbixwe yê Mêrdînê Abdulkadîr Demîr û yê Qoserê Şeyhmûs Unalî, Serokê PAKê yê Şaxa Mêrdînê Bedran Acar, nûnerên PSKê Nevzat Tekel û Kemal Yıldırım û Alaaddîn Aras amade bûn.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin