Li Rihayê di 6 mehan de 378 zarok rastî destdirêjiyê hatine
Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê di nava 6 mehên destpêkê yên 2019an de, li gor daneyên fermi 378 zarok rûbirûyê îstismara cinsî bûne.
Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê di nava 6 mehên destpêkê yên 2019an de, li gor daneyên fermi 378 zarok zarok rûbirûyê îstismara cinsî bûne.
Navenda Mafê Zarokan a Baroya Rihayê ragihand ku di nava 6 mehên destpêkê yên îsal de 287 jê zarokên keç, 91 jê zarokên lawik bi giştî 378 zarok rastî îstismara cinsî û tecawîzê hatine.
Li gor raporan 21 zarok di encama tecawîzkirinê de ducanî bûne, lê ev hejmar têne yên bi awayekî fermî diyar bûne û derbasî qonaxa darîzandinê bûne.
Pisporan dibêjin rêjeya bûyerên wek îstismarkirinên cinsî û tecawîzkirinên li dijî zarokan li gor salên borî hêj zêdetir bûne. Herwiha pispor dibêjin dozger û navendên şopandina zarokan hewl didin bûyerên tecawizê yên li dijî zarokan veşêrin.
Hat ragihand ku ew zarokên ku rastî îstismara cinsî û tecawîzê hatine temenê wan di navbera 12 û 16 salî de ne û temenê tohmetbaran jî, di navbera 27 heta 28 saliyê de ne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin