Li Rihayê di nava 6 mehan de 378 zarok rastî tecawuzê hatin

Li Rihayê di nava 6 mehan de 378 zarok rastî tecawuzê hatin

- Li Rihayê, di nava 6 mehên destpêkê yên sala 2019’an de, 378 zarokên temenê wan di navbera 12 û 16’an de, rastî tecawuzê hatin

A+A-


- Li Rihayê, di nava 6 mehên destpêkê yên sala 2019’an de, 378 zarokên temenê wan di navbera 12 û 16’an de, rastî tecawuzê hatin. Koordînatora Navenda Mafê Zarokan a Baroya Rihayê Parêzer Esra Yûrûm Aktaş, diyar kir ku ji bo ku pêşîlêgirtina bûyerên wiha bê girtin, divê raya giştî bê agahdarkirin. 
Li Rihayê, di nava 6 mehên destpêkê yên sala 2019’an de, 287 jê zarokên keç, 91 jê zarokên lawik bi giştî 378 zarok rastî tecawuzê hatin û ev yek derbasî qeydên fermî bû.
 
Her wiha, derket holê ku 21 zarok, di encama tecawî de ducanî bûne. Ev hejmara mijara gotinê ye, hejmareke ku hatiye aşkere kirin, lê li gorî pisporan tecawiza li dijî zarokan li gorî salên bihurî hîn zêdetir bûye. Pispor dibêjin ku li bajarê, hewl danên ji bo parastina zarokan pir kêm mane, dozger û navendên şopandina zarokan bûyerên tecawizê yên li dijî zarokan ji raya giştî ve dişêrin.  
 
TEMENÊ ZAROKÊN MEXDÛR DI NAVBERA 12 Û 16’AN DE NE 
 
Hat destnîşan kir ku piraniya zarokên rastî tecawizê hatine temenê wan dinavbera 12 û 16’an dene û temenê bersûcên wan jî, di navbera 27 û 28’an dene. 
 
Hejmara bûyerên wiha yên li navçeyên Riha pêk hatin wiha ye: Ji sedî 70’î bûyerên tecawîzê li navçeyên Kaniya Xezalan, Herran û Serê Kaniyê rû dan. Ji sedî 20 jî li navçeyên Hilîliye, Eyyûbiye û Karakoprû û ji sedî 10 jê li navçeyên Sîwereg, Bêrecûk, Wêranşar, Xelfetî, Curnê Reş, Hewag û Pirsûsê bûyerên wiha rû dane.  
 
 21 ZAROK DUCANÎ BÛN Û 21 ENSEST 
 
Hat diyar kirin ku di bûyerên tecawî de 21 zarok ducanî bûne û hemû welîdîne. Hat destnîşan kirin ku dewletê zarokên ku welîdîne kirine bin parastinê û ji 378 bûyerên tecawî jî, 21 jê bûyerên ensestê ne.  
 
72 ZAROK HATIN ZEWICANDIN
 
Dîsa, herî zêde li Rihayê zarok tên zewicandin û di 6 mehên destpêkê yên sala 2019’an de 72 zarok bi darê zorê hatine zewicandin. Hev hejmar, hejmareke ku tê zanîn, lê di rastiyê de ev hejmar zêdetire. Li gorî tê gotin ev hejmar di navbera 700 û hezarî deye. 
 
‘BI SER BÛYERAN TÊ GIRTIN’
 
Koordînatora Navenda Mafê Zarokan a Baroya Rihayê Parêzer Esra Yûrûm Aktaş derbarê vê hejmara 6 mehan de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û diyar kir ku li bajarên herêmê bûyerên wiha pir zêdene, lê ji raya giştî tên veşartin. Aktaş, bal kişand ser veşartina bûyerên wiha û got: “Ji ber civaka feodal û kevneperest bûyerên wiha tên veşartin. Ji bo ku pêşîlêgirtina bûyer wiha bê girtin, divê raya giştî bê zanekirin.”
 
‘JI BER HIŞMENDIYA SERDEST A ZILAM’
 
Aktaş, da zanîn ku ev pirsgirêka zewicandina zarokan li Rihayê kronîk bûye û wiha bilêv kir: “Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê û hatina penaberan a herêmê, ev hejmar zêdetir bû. Ji bo ku ev pirsgirêk bê çareserkirin, divê civakên sivîl dinava hevkariyê de bin. Divê ev sazî di warî hiqûqî û civakî de xebatan bi rêve bibin. Baroya Riha raste rast mudaxileyî dozên bûyerên wiha dike û dibe şopdarê dosyeyên van bûyeran. Lê ev hewldanên me kêm û qels dimînin. Li dijî bûyerên wiha divê hemû civak bi hestiyar tevbigere. Bingeha civakê hatiye rizandin. Sedema vê yekê jî rêveberiya desthiladar a zilam e.” 
 
MA
 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin