
Li Rihayê qeza: 13 jê karker 15 kes birîndar bûn
Li Rihayê qeza: 13 jê karker 15 kes birîndar bûn
A+A-
Wesayîta karkerên Pîşesaziya Organîze ya Rihayê lê sîwar bûn û li wesayîtek din li hev qulibîn, 13 jê karker 15 kes birîndar bûn.
Wesayîta serwîsa karkerên Herêma Pîşesaziya Organîze ya Rihayê lê sîwar bûn û wesayîtek din li hev qulibîn, 13 jê karker 15 kes birîndar bûn. Di mînîbûsa serwêsê de 13 karker û di otomobîlê de 2 kes hebûn. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, her 15 birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin