Li Rihayê şerê elektrîkê: 4 kes birîndar bûn
.
Li bajarokê Heran a ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ve di navbera tîmên kontrola elektrîkê û nîştecîhên taxekê de pevçûnek derket û di bûyerê de 4 erkdarên kompaniya elektrîkê birîndar bûn.
Li gor nûçeya DHAyê, li du gundên Şeben û Abancurda yên ser bi bajarokê Heranê ve tîmên Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcle (DEDAŞ) ji ber elektrîka neyasayî û nedana deynan xwest elekrîka wan gundan qut bike.
Hewldana karmendên DEDAŞê bo qutkirina elektrîka gundên Şeben û Abancurda rastî nerazîbûna nîştecihên wan gundan hat û welatiyan bi dar û keviran êrîşî tîmên elektrîkê kirin.
Li gor agahiyan di bûyerê de 4 erkdarên DEDAŞ birîndar bûn.
Piştî derketina aloziyan, hêzên cendirme bo wan gundan hatin şandin û ji bo qelebalixiya xelkê belav bibe, cendirmeyan fîşekên hewayî avêtin.
Piştre tîmên kompanyaya elektrîkê bi alîkariya cendirmeyan ji wan gund derketin.
Hatiye ragihandin, derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin