Li Rihayê şerê esnaf û zabitayan: 15 kes birîndar bûn

Li Rihayê şerê esnaf û zabitayan: 15 kes birîndar bûn

.

A+A-

 Li navçeya Xelîliyê ya Rihayê di navbera zabitayên şaredariyê û esnafan de şer derket û 15 kes birîndar bûn.

Piştî bûyerê 5 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin

Li gorî zanyariyan îro li taxa Devteştî ya navçeya Xelîliyê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di navbera zabitayên şaredariyê û hejmarek esnafan  de li ser cihê dezgehan nîqaş derket.

Piştî demek ji nîqaşê esnaf û zabitayên şaredariyê şerê hev kirin. Di şer de 11 esnaf û 4 zabita birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyên Ruhayê.

Derbarê şer de lêkolîn hat destpêkirin û 5 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin