Li Rojava erdhêja Rûsyayê:9 welatên Ewropayê dê dîplomatên rûsî dersînor bikin
Ji ber qeyrana Skrîpalî, hate ragihandin 9 welatên Ewrûpî dîplomatên Rûsî wê dersînor bikin û Washîngton jî biryar daye 48 dîplomatên rûs û 12 karmendên misyona rûsî li NYyê dersînor dike.
Bi hinceta ku 'di bijehrîkirina sixurê berê yê rûsî Sergey Skrîpal û keça wî ku ji îstîxbarata Brîtanî re jî dixebitî de destê Rûsyayê heye' Polonya, Litvanya, Letonya, Estonya, Fransa, Danimarka, Ukrayna û Çekyayê biryar da ku dîplomatên rûsî dersînor bike.
Biryar piştî lûtkeya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li Brukselê 9 welatên Ewropayê piştgirî dqan Brîtanyayê û bi hinceta bûyera Skrîpalî biryar da ku dîplomatên rûsî bêne dersînorkirin.
Serokatiya Dewletê ya Ukraynayê derbarê mijarê de daxuyaniyek da, "Ji ber mijara bijehrîkirina kîmyewî ya li Salisburyê bi mebesta hevkariya bi hevpeymanên me me biryar da ku 13 dîplomatên rûsî dersînor bikin. Herwiha weke ku tê zanîn me peywendiyên xwe yên bi Rûsyayê re rawestandine"
Wezîrê Karên Derve yê Polonyayê Jacek Chaputowicz jî derbirî ku, "Polonyayê biryar daye ku 4 dîplomatên rûsî weke ‘persona non grata' (Kesên ku nayên xwestin) werine ragihandin. Me ev biryar bi mebesta hevkariyê Brîtanyayê re stend."
Wezareta Derve ya Almanyayê ji li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û da zanîn ku biryar dane ku 4 dîplomatên rûsî derport bikin. Di peyamê de hat destnîşankirin ku Rûsya piştgiriyê nade lêpirsînê û ev biryar biryareke ‘sivik' e.
Li aliyekî din Birêveberiya Trumpî bi hinceta jehrîkirina casûsê rûs ê berê yê dualî dixebitî li Londonê, biryar da ku 60 dîplomatên rûsî dersînor bike. Herwiha Konsulxaneya Rûsyayê ya li Seattleê jî were girtin.
Serokê Amerîkayê Donald Trumpî têkilîdarî 'bûyera Skripalî' ya li Brîtanyayê biryar da ku 60 dîplomatên rûs dersînor bike.
Hat ragihandin ku 48 kesên ji wan kesên dersînorkirî xebatkarên Balyozxaneya Rûsyayê li Washingtonê ne û yên mayî jî xebatkarên Neteweyên Yekbûyî ne ku navenda wê li New Yorkê ye.
Rayedarên birêveberiya Trumpî îdîa kir ku ew 48 dîplomatên rûs ên dê werin dersînokirin 'peywirdarên îstîxbaratê ên naskirî ne' û 12ên din jî ji misyona Rûsyayê ya NYyê ya li New Yorkê ne.
'7 ROJ MOHLET BO WAN HATIYE DAN'
Herwiha rayedaran diyar kir ku 7 roj mohlet dane wan dîplomatan ên ku dê ji Amerîkayê biçin û got ku 'zêdebûna roj bi roj a êrîşkariya xebatên îstîxbarata Rûsyayê, bandor li dana vê biryarê kiriye'.
Trump ev biryara xwe hevdem bi welatên Ewropayê re da ku Fransa û Almanya jî di nav wan de ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin