Li rojavayê Kurdistanê 14 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan
.
A+A-
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 66 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand ku 14 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 66 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 5 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 7322 kesan, ji wan 1063 kes baş bûne û 224 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin