Li Rojavayê Kurdistanê buhayê dermanan ji % 25 ta %40 bilind bûye
.
Li Rojavayê Kurdistanê buhayê dermanan %25 heta %40 bilind bûye û êdî kirîna derman û pêdiviyên tendirustiyê li ser milê welatiyan bûye barekî giran. Xwediyên embarên derman û pêdiviyên pizîşkî vê buhabûnê bi girtina dergehên sînorî, bac û buhabûna dermanan li dermangehan ve girêdidin.
Piraniya pêdiviyên tenduristî ji dergehê sînorî yê Bab El-Hewa yê li Idlibê tên wergirtin. Rêveberiya Xweser hewl dide dermangehan li Rojavayê Kurdistanê berhem bîne, lê ji ber kêmiya derfet û îmkanan, pêkanîna van projeyan ne nêzîk e.
Diya Ehmed Cimhûr a 80 salî ev 4 roj in li beşê Çavdêriya Giran a Nexweşxaneya Covid-19 a bajarê Qamişlo ye, pêdiviyên pizîşkî buha bûne, karînên kurê wê Ehmed ê 45 salî sînordar in, nikare bêhtir pêwistiyên dermankirinê pêşkêş bike.
Ehmed Cimhûr ji Rûdawê re dibêje, “Diya min nexweş e û rewşa me nebaş e,oksîcin jê re lazim bû, doktoran jî heman tişt got, ti pêwistiyeke pizîşkî me nikarîbû bikirin, lewma min ew anî vê nexweşxaneyê, ger min ji derve pêdiviyên tendirustî û oksîcin bikiriya, dê 600,000 - 700,000 biçûya, ê ev pere bi min re nebûn.”
Nirxê pêdiviyên pizîşkî û neştergeriyê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê di navbera %25 ta 40% bilind bûye. Xwedanên embaran sedemên buhabûna pêdiviyên pizîşkî û neştergeriyê li girtina dergehên sînorî, sepandina bacê û buhabûna wan kelûpelan li kargehên dermanan ên Sûrî vedigerînin.
Rewan Berekat, xwedanê embareke dermanan li Qamişlo ji Rûdawê re ragihand, “Pirê pêdiviyên tendirustî em ji dergeha Bab El Hewa û Sermeda ya Idilbê tînin û derbasî deverên Rêveberiya Xweser dikin, sîrom ên Tirkî û Çînî me dianî, hejmareke cûreyên din ên taybet bi pişkinînin koronayê me derbas kir, veguhêza sîromê min firot li Qamislo 15 sentan, doh ji Sermeda min bi 16 sentî anî, helbet kirêya rê û veguhestin û gumirka Rêveberiya Xweser jî li ser heye.”
Her ku xwestek li ser derman û pêdiviyên pizîşkî bêhtir dibe, nirxê wan kelûpelan jî buhatir dibe.
Rêveberiya Xweser pilan dike kargehên çêkirina dermanan li deverê ava bike, lê ji ber nebûna pisporî û alavên pêwîst, pêşbînî nayê kirin ku di demeke nêzîk de berhemên xwecihî li bazarê peyda bibin
Yûsif Ehmed, Cîgirê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser dibêje, “Di heyama hikûmeta Sûriyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê nedidan ku kargehên dermanan vebin, rêdan û ruxset jî nedida dermanên hawirdekirî tenê di rêya xwe re, niha hikûmeta Sûriyê li dergehên di navbera me û wan de baca 28,000 dolarî serê her barhilgirekî dermanan disepîne, projeyên me yên sala 2022'an hene ku em kargehên dermanan li navçeyê ava bikin.”
Di vê qeyrana aborî de peydakirina pêdiviyên pizîşkî û dermanan bûye barek giran li ser milê welatiyan, ku berê jî xelkê gazin ji buhabûna nirxê neştergirî û pişkinînê dikirin.
Rêxistinên mirovî yên navdewletî tenê di rêya hikumeta Sûriyê re dermanan pêşkêş dikin, ew jî bi bireke kêm digihêje xelkê deverê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin