Li Rojavayê Kurdistanê çend zindanên ku DAIŞî di wan de ne hene?

Li Rojavayê Kurdistanê çend zindanên ku DAIŞî di wan de ne hene?

.

A+A-

Di çarçoveya operasyonên lêgerîna 3 endamên DAIŞê de ku li Reqayê reviyabûn, şandeyeke Hevpeymaniya Navneteweyî gihişt Reqayê.

Derbarê metirsiya DAIŞê de Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Rûdawê re behsa metirsiya DAIŞê kir û tekez kir, divê piştrastî hebe ku êdî rêxistin venagere hêza xwe ya sala 2014an.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pat Ryder got:

“Min nerîna xwe ya li ser DAIŞê derbiriye, bi nerîna min DAIŞ tiştek e ku divê çavên me li ser bin û em piştrast bin ji wê yekê ku venagere asta xwe ya sala 2014an.

Hêzên ewlehiyê yên Îraqê karên gelekî baş kirine li ser gefa DAIŞê lê her wekî min behs kir, hîn jî zehmetî li pêş me hene.

Li cihekî wekî Sûriyeyê 9 hezar girtiyên DAIŞê lê hene û divê ev yek cidî bê wergirtin.”

Bi gotina Berdevkê Pentagonê hîn 9 hezar endamên DAIŞê yên girtî li Sûriyeyê hene.

Li gorî zanyariyan, girtiyên DAIŞî li 8 zindanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser in ku ev in:

- Zindana Xwêranê ya Hesekê

- Du zindanên Şedadê

- Zindana Rimêlanê

- Zindana Çirkînê ya Qamişloyê

- Zindana Reqayê

- Zindana Tebqayê

- Zindana Baxozê

31ê Tebaxa 2024an, 5 girtiyên DAIŞê ku ji Zindana Reqayê ber bi zindaneke din ve dihatin veguhastin reviyan.

Li gorî zanyariyan, hêzên Amerîkî û alîkarên wan, 2 ji wan girtiyên reviyayî girtin ku yek ji wan Pakistanî ye û yê din Azerbaycanî ye.

Cihê 3 endamên din ên reviyayî ne diyar e ku yek ji wan Kanadayî, yek Rûsî û yek jî Lîbyayî ye.

Her wiha li kampên Hol û Rojê ku ji aliyê HSDyê ve tê birêvebirin 56 hezar endamên berê yên DAIŞê û kesûkarên wan hene.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin