Li Rojavayê Kurdistanê hewlên nêzîkkirina aliyên Kurd berdewam dikin

Li Rojavayê Kurdistanê hewlên nêzîkkirina aliyên Kurd berdewam dikin

.

A+A-

 Li gor zanyariyên Rûdawê, Nûnerê Amerîkayê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo ku diyaloga Kurdî dest pê bike dê di demeke nêzîk de bi ENKS û PYDyê re bicive.

Li Rojavayê Kurdistanê, mijara egera vejandina diyaloga di navbera aliyên siyasî de dîsa ketiye rojevê.

Li bajarê Qamişloyê dîdareke diyalogê derbarê rewşa siyasî ya navherêmî û bandora wê li ser herêmê hat lidarxistin.

Dîdar ji aliyê Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Silêman Oso ve, li Hola Barzaniyê Nemir hat lidarxisti.

Di dîdarê de hinke rewşenbîr û nivîskar beşdar bûn.

Serokê ENKSyê Silêman Oso ji Rûdawê re ragihand ku ew dîdar di çarçoveya hevdîtinên ENKS li gel çîn û pêkhateyên civakê de hat lidarxistin û xalên ku di dîdarê de hatine gotûbîjkirin diyar kirin.

Akademisiyanê Kurd Dr. Ferîd Sadûn ku li dîdarê beşdar bû, ji Rûdawê re behsa girîngiya çalakiyê kir.

Dr. Ferîd Sadûn got ku ev hewlek e ji bo danîna pêwendiyên di navbera civak û siyasetmedaran de.

Li gorî zanyariyên Rûdawê di demeke nêzîk de, nûnerê Amerîkayê dê careke din li gel aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bicive û mijara destpêkirina diyalogê bi wan re behs bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin