Li Rojhilata Kurdistanê erdhej!
Li bajarên Îlam û Kirmaşan ên Rojhilata Kurdistanê, bi pileya 5.2an erhejek pêk hat.
Hat ragihandin, li bajarên Îlam û Kirmaşan ên Rojhilata Kurdistanê, erdhejek bi pileya 5.2 rîxterê rû da.
Li gor ahagîyên destpêkê, li bajarê Îlamê, hêlên telefon û înternetê hatine birrîn.
Li gor çapemeniya fermî ya Îranê, îro 1ê Avrêlê, piştî nîvro erdhejek bihêz a 5.2 li bajarê Somar ê ser bi Qesrî Şirîn a parêzgeha Kirmaşanê yê Rojhilata Kurdistanê pêk hat û wê erdhejê bajarên ser bi Îlamê jî li xwe girt.
Malpera Fars News ragihand, ew erdheja ku bi hêza 5.2 pêkhatiye û demjimêr 14:14ê li gor demjimêra Îranê di kûrayiya 10 kîlometreyan bin erdê da bûye û navenda erdhejê 22 kîlometreyan nêzîkî bajarê sînor ê Somar e.
Çapemeniya Îranê belav kir erdhej hemdem e li gel şepola barîna barana zêde û lehî li parêzgeha Îlamê rabûye û ew erdhej jî bûye sedem ku xetên telefonê li Îlamê qut bibin û rewşa awarte bê ragehandin û hat ragehandin xelk di rewşekî xirab de ye.
Çapemeniya Îranê behs dike ku ew erdhej li parêzgeha Îslam jî hejandiye û li hin çavkaniyan jî ragehand, li Merîwan a ser bi parêzgeha Sine jî hatiye hest kirin.
(Basnews, K24)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin